
OZGUR PAKSOY/DEVRAN TOPTAŞ / MA/AMED
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier xebatên yekitiya neteweyî nirxand û glot ku êrîşa Heşdî Şebî ya li dijî Kerkukê, carek din nîşan daye ku çiqasî pêwîstî bi yekitiya neteweyî heye û wiha peyivî: “Ev êrîş li dijî destkeftiyên Kurdan e. Ji ber vê dive Kurd li dijî êrîşan yekitiya xwe ava bike.”
Taşçier pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê yekitiya neteweyî de jî bibîrxist û wiha axivî: “Dema ku yekitiya hemû netewan hebe, Kurd jî neçarin ku yekitiya xwe ava bikin. Li Silêmaniyê komxebat hat lidarxistin û 400 delege beşbarî komxebatê bûn. Divê berî her tiştî li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiya neteweyî bê sazkirin. Dive hemû kesên naskiri yên di nava Kurd de di xebatê de cîh bigirin û ji yekitiya neteweyî re pêşengiyê bikin. Kesên ku dibêjin ‘Gotina min jî li ser Kurdistanê heye’, divê di nava xebatan de cîh bigire. Bila tu kes ji derveyê vê yekê nemîne. Em naxwazin di vê sed salê de Kurd belav bimînin, divê yek ruh bin.”
Biryarên Kongreya Yekîtiya Neteweyî ji diyar bike
Taşçier da zanîn ku wê mehên pêşiya wan komxebata duyemîn pêk were û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di komxebata duyemîn de, nêrînên ku derkevin pêş, dê biryarên Kongreya Yekitiya Neteweyî ji diyar bike. Ji ber vê yekê em di çarçevoya xebatên xwe de hemû beşên kurdistanî ziyaret dikin û li deriyên wan dixin.”
Vê bedelê Barzanî tenê nade, Kurd tevde dide
Taşçier derbirî ku heke berê yekitiya neteweyî ava bikirana, dê Heşdî Şebî nikaribûya êrîşê Kerkukê bikira û wiha pê de çû:“Pêşengên Kurdan jî yekitî ava nekirin. Ji ber wê em îro carek din bi heman rewşê re rû bi rû ne. Dibe ku pêşengên partiyên siyasî şaşitiyan bike, lê heger yekitiya neteweyî bihata ava kirin, dê Barzanî an jî PDK bi serê xwe tev negeriya. Dema hemû biryar di destê kesekî an jî partiyekê de be, ji xwe encam jî ev derdikeve. Kerkûk dilê Kurdistanê ye, yekitî hebûya, dê îxanet dernketa pêş û dê berxwedan li pêş bûya.”
Bi hevre bertek bidin nîşan
Taşçier herî dawî destnîşan kir ku li ser her çar parçeyên Kurdistanê êrîş pêk tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gel van êrîşan xebatên yekitiya neteweyî tê meşandin, êdî yekitî pêwîst e. Heke Kurd bi hevre bin û bi hevre bertek bidin nîşan, dê ev êrîş vala derkevin. Kurd çi demê destkeftiyên xwe zêde bikin, êrîş zêde dibin. Mînak 96 şaredariyên me hatin desteserkirin. Dixwazin gel ji rêveberiya heremî dûr bêxin. Ji ber vê pêwîstî bi yekitiyê heye. Dive muxalefeta Kurd bê mezinkirin û li dijî her cure êrîşan yekitî bê sazkirin.”