Di meşê de alên aşityê (PACE) û pankartên li hemberî şer û çek hatin bi kar anîn. Her wiha sloganên "Finlandiya xwe ji şerên DYA’yê NATO dûr bigre” û "Na ji bo NATO" hatin qêtîn.
Di meşê de rêxistinên Fînlandî û saziya hunermendên ji bo aşitiya cîhanê dixebitin cîh girtin. Ciwan û jinên Kurd jî bi beşdariya xwe bi reng û alên PKK, PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza aşitiyê coştir kirin.
Her wiha ciwanên Kurd axivtinek ser Kurdan pêşkeşî beşdaran kirin û dûvre jin û ciwanên Kurd ji bo azadiya Ocalan îmze ji beşdaran kom kirin. 

 ANF/HELSINKÎ