Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY), Zeîd Ra'ad Al Husseyn diyar kir ku sazî, dezgeh û kesên ku bi doza Kurdan re elaqedar dibin, dibin armanca êrîşên hikûmeta Tirk. 

Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a NY´yê li Swîsreyê li bajarê Cenevreyê dest pê kir. Ev rûniştin wê heta 29'ê Îlona 2017'an bidomin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra'ad Al Husseyn rapora mafên mirovan a salane xwend. Al Husseyn got, "Dibe ku terorîst êrîşî me bikin. Dewlet dikarin pêşiyê li vê tiştê bigirin, lê divê ev nebe hinceta otorîterî û pêkutiyê."


Krîza cidî ya mirovî li Sûriyê

Piştre jî rapora binpêkirina mafên mirovan a welatên Sûriye, Iraq, Îsraîl, Îran, Venezeela, DYE, Tirkiyeyê hate xwendin. Hat diyarkirin ku sala 2017'an li Sûriyê di êrîşên hewayî û bejahiyê de gelek sîvîl hatine kuştin û di nav wan de gelek zarok jî hene.

Li ser rewşa li Tirkiyeyê jî Al Husseyn diyar kir ku azadiya fikr û ramanê di bin pêkutiyeke mezin de ye û bi bîr xist ku gelek rojnamevan, akademîsyen, parêzvanê mafên mirovan û nûnerên saziyên civakî hatine binçavkirin an jî girtin. Al Husseyn diyar kir ku kesên bi doza Kurdan re elaqedar dibin jî êrîşî wan tê kirin û anî ziman ku herî dawîn 10 parêzvanên mafên mirovan bi îdîaya ku 'li ser navê rêxistina terorê ya çekdarî' xebat kirine, hatine girtin. Al Husseyn diyar kir ku wê di demeke nêz de ew ê raporeke berfireh li ser Tirkiyeyê jî belav bike.

Husseyn bang li hikûmeta Tirk kir ku dev ji van êrîşan berde û ofîsa girêdayî wî ya ku binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê lêkolîn dike wê di demên pêşiya me de ji bo balkişandina zextên ji ber Rewşa Awarte wê raporeke lezgîn bide weşandin.

Rûniştina Mafên Mirovan a NY ya 36'emîn wê bi nîqaşên têkildarî binpêkirina mafên mirovan heta 29'ê Îlonê dewam bike. 


 CENEVRE