Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Enqereyê di çalakiyekê de axivî û got, “Di sedsala 21’ê de Kurd wê êdî bibin xwedî statuyek. Pirsgirêka Kurd êdî pirsgirêkeke navneteweyî ye.”

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn li kafeyeke Enqereyê çalakiyek li dar xist û Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven û Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû tevlî bûn.

Leyla Guven got, “Ne tenê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, cîhan hemû di pêvajoyeke guhertinê de ne.” Guven siyaseta înkar û tinekirinê ya 40 salan a dewleta Tirk bi bîr xist û got, “Me êşên gelekî mezin kişandin. Herî zêde bandor li jin û zarokan bû. Rastiyeke Kurdan heye, ew ti carî teslîmî sîstemê nabin. Vî ruhê berxwedanê me gihandiye roja îro.”

Guven îşaret tecrîdkirina Abdullah Ocalan kir, anî ziman ku dewleta Tirk tecrîd ji nû ve xistiye dewrê û got, “Çima hewl didin dengê Birêz Ocalan bibirin ku li Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî agahî û gotin e. Dema ku dengê wî bigihişta, li Rojava wê rewş ne bi vî rengî bûya. Ne Rûsya, ne Emerîka ne jî Îran wê polîtîkayên niha nekarîbûna bimeşînin. Birêz Ocalan wê bi projeyên xwe pêşî li vê rewşê bigirta. Lewma dengê wî dibirrin.”

Guven bi dewamî got, “Felsefeya wî zûdeyî ji dîwarên Îmraliyê derbas bûye, li cîhanê belav bûye. Dibe ku niha nehêlin dengê wî bigihêje derve, lê belê felsefeya wî di serî de li Rojava bi cih tê û wê bi cih bê. Di sedsala 21’ê de Kurd wê êdî bibin xwedî statu. Rê dirêj e, dibe ku bi astengiyan jî çêkin, lê belê rêyeke bi rûmet e.”

 

MA/ENQERE