Kovara Defende One a nûçeyên bergiriyê ya Emerîkî bi sernivîsa “Ez dixwzim vê xilas bikim: Lîderên Hêzên Operasyonên Taybet ên DYE´yî bang li Washingtonê dikin ku li aliyê Kurdên Sûrî bimînin” niçeyek weşandiye. Di vê nûçeyê de tê gotin ku Fermandarên Emerîkî ên li Sûriyê dibêjin, şervanên Kurd her tişta wan di şerê li dijî DAIŞ´ê de ji wan hêvî dikir kiriye û ew yên herî baş in ji bo ku xeleka terorîzmê li herêmê bê şikandin. Hevdîtinên bi fermandaran re li Kobanê hatine kirin û li cihê ku beriya bi 3 salan DAIŞ´ê êrişî Rojava kirî, li cihê ku îro piştî 3 salan DAIŞ, bi gotinên Riza Altun ji rojnameya me re, lê şikestî.

Fermandarekî hêzên taybet ji bo YPG´ê dibêje, “Komeke biîstîqrar a ji mirovên pragmatîk. Ew dixwazin bi ser kevin. Hûn demê pê re wenda nakin ji bo wan bişînin bereyê şer bikin. Ew dixwazin herin şer bikin.”

Hemam fermandar ji bo vê dibêje, “Daxwazeke ji dil heye ku weke pûartnerên bi rastî bên qebûlkirin. Ev mirov dixwazin tişta rast bikin. Ew vê weke derfeta xwe dibînin ji bo ku îmaja xwe biguherin”

Fermadarekî din dibêje, “Modela ez dibînin dixebite, li ber min bi pêş dikeve - niha dor li Reqayê teng dibe, û bêhtir dever tên rizgarkirin û Hêzên Asayîşa Reqayê tên û hin deveran kontrol dikin - ev model dixebite.” 

Fermandar hemû bang li rêveberiya li Washingtonê dikin ku destekê bide Kurdan û bi wan re tevbigere da ku şerê li dijî terorê serketî dewam bike û teror li herêmê bê şikandin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN