Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê pêr li Amedê di encama sûîqestekê de hat qetilkirin, ji aliyê bi sed hezaran mirovan ve hat oxirkirin.

Ji bo oxirkirina Tahîr Elçî xelkê Amedê û gelek kesên ji seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Parka Koşûyolû. Li vê derê gel li ber sirûda 'Çerxa Şoreşê' deqeyekê rêz girt. Helîkopterên dewleta Tirk li vê derê li ser gel firiyan. Ji Parkê dirûşmên 'Şehîd Namirin' bilind bûn.


'Gelo kevokên mîna te mane'

Li vir hevsera Tahîr Elçî, Turkan Elçî peyivî. Turkan Elçî got, "Wê îro artêşa kuştinên kiryar nediyar wî li ebediyetê pêşwazî bike. Mîna her carê wê hewl bide bi dilnizmî xwe bide naskirin, lê her kes wê jê re bibêje pêwîstî bi danasînê nîne. Wê bêjin; hemû kuştiyên kiryar nediyar, cîhan û alem te nas dike. Te emrê xwe di ber me de da. Me ji vê derê te dişopand. Te emrê xwe ji me re kir gorî. Wê bipirsin; gelo kevokên mîna te mane? Hingî wê rûkeniya Elçî ji ser rû biçe. Wê bibêje; wellehî çi bibêjim, hebûn komek kevok. Lê teyr, gaz, kesxwur digeriyan. Wê jê re bibêjin; te em parastin, kî wê te biparêze. Ew ê jî bibêje; hevsera min heye, hevalên mîna min difikirin hene. … Yên gef li min xwarin bi xatirê we, yên min fêm nekirin bi xatirê we, yên nexwestin min fêm bikin bi xatirê we, dezgehên îşkenceyê yên tê re derbas bûm, bi xatirê we, yê ji min hez dikin, destekê didin min, zarokên min, hevsera min bi xatirê we.."


'Ew ê bi gelê Kurd nikaribin'

Birayê Tahîr Elçî, Ahmet Elçî piştre peyivî û got, "Dozger, dadger, medya dewletê, birayê min hedef nîşan da. Birayê min hat qetikirin. Birayê min ne şehîdê me yê destpêkê ye û wê ne yê dawî be. Divê ev yek bi vî rengî were zanîn. Lê belê dagirker, zordar û namerdên faşîst divê bizanin ku wê ti carî nikaribin bi gelê Kurd. Gelê me wê heta dawiyê li ber xwe bide."


'Dewletê ew qetil kir'

Ahmet Elçî axaftina xwe wiha domand: "Weke Gel em ê her tim li ber xwe bidin. Em ê ti carî serî li ber dagirkeran netewînin. Tahîr birayê sosyalîstan, Ermeniyan, Asûriyan û hemû Kurdan bû. Weke rewşenbîrekî Kurd ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin."


'Heta dawiyê aştî'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di merasîmê de axivî û got, "Elçî heta kêliya dawî jî, aştî bilêv kir. Mîrateya wî ev e. Me li ser xaka xwe gelek êş dît; xwîn dît, şer dît. Me her roj cenaze rakirin, em li ber deriyên morgê mezin bûn. Me ev yek weke qederekê nedît, bêguman wê aştî bê xaka me. Em ê di vê de israr bikin. Gotinên dawî yên Elçî ala aştiyê ye ku em ê jî xwedî lê derkevin. Me xwîn, şer û mirin nexwest. Me xwest bi awayekî azad li ser xaka xwe bijîn."

Demirtaş got, Elçî ji wan kesan bû ku dizanî divê ji bo rastiyê berdêl werin dayîn, divê mirov wêrek bin û weha dewam kir:  "Ev cînayeteke siyasî ye, şik û gumana me heye ku neyê ronîkirin. Ji be vê endîşaya xwe jî em mafdar in. Ji ber ku heman êş gelek caran li ser vê xakê rû da. Me ti carî yek ji wan bi dilrehetî, ku wê kiryar bê girtin, oxir nekir. Ji ber ku ev dewlet ti carî nebû dewleta me hemûyan. Her kesî dewlet mîna milkê xwe bi kar anî. Ji bo bibe ya me hemûyan, ji bo bibe rêveberiya hevpar me gelekî hewl da, em hewl didin. Lê belê gelê Kurd vê yekê baş dizane; Ya ku Tahîr kuştiye ne dewlet e, bêdewletî ye."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Tahîr Elçî ya ji bo mafên mirovan. Piştre xelkê cenazeyê Elçî hilgirt ser milan û berê xwe da Goristana Yenîkoyê.


Kurd bi tifaq bûn

Di meşê de welatiyan pankartên li ser nivîsandî "Em te ji bîr nakin" û "PKK ne rêxistina terorê ye" hilgirtin. Li goristanê bi sed hezaran welatî hazir bûn. Cenazeyê Elçî yê bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin û flama baroyê ji hêla hempîşeyên wî ve ji wesayîta cenazeyê hat derxistin. Welatiyan li goristanê bi gotina dirûşman hêrsa xwe ya li hemberî dewlet û hikûmeta AKP'ê anîn ziman. Welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê hilgirtin û posterê Elçî yên bi nivîsa "Me serê xwe netewend" hilgirtin. 

Cenazeyê parêzvanê mafên mirovan û aştiyê Tahir Elçî bi dirûşma "Şehîd namirin" hat definkirin. Piştî definkirinê welatiyan qurnefîl danîn ser gora Elçî.  


 AMED




'Elçî hedefa êrîşê bû'


Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di çapemeniya cîhanê de deng veda, bi wî rengî ku ev jî yek ji êrîşên dewleta Tirk li dijî doza azadî û aştiyê ya Kurdan be.

Kovara navdar a Elman Der Spiegelê got, tevî ku rayedarên dewletê dibêjin, Elçî ne hedefa êrîşê bû jî, hem baroya Amedê û hem jî tevgera Kurd weke hedefa êrîşê Tahir Elçî dibînin û weke kujer dest îşaret bi dewletê dikin.

Nûçe behsa hêrsa rayedarên dewletê ya li dijî Elçî dike û dibêje, dewletê li dijî Elçî wisa hereket kir ku ew ji bo demeke kurt girt û doz bi wesîleya propagandakirina rêxistineke terorîst lê vekir.

Rojnameya Elman, Frankfurter Allgemeine Zeitung jî bêhtir bal kişand ser dibêtiya sûîkastê li dijî Elçî. Rojnameyê cih da daxuyaniya HDP´ê ku qetilkirin weke sûîqestekê bi nav dike û armanca êrîşê jî weke derbkirina "têkoşîna ji bo edalet û maf" tê destnîşan kirin.  


"Semboleke doza Kurdan"

Rojnameya Fransî Le Monde´ê jî bi sernivîsa "Kuştina yek ji sembolên doza Kurdan, serokê baroya Amedê" nûçeyeke berfireh ragihand. Nûçe bi bîr dixe ku di vê dema dawiyê de Elçî pirr çalak bû ji bo rawestandina şer û doza aştiyê dikir. Rojname doza ku ji ber gotinên "PKK ne rêxistineke terorîst e" lê hatî vekirin bi bîr dixe û dibêje, ji ber vê 7 sal cezayê girtîgehê jê re dihat xwestin.

Saziya weşanê ya Brîtanî BBC´yê jî di nûçeya xwe de îşaret bi xwepêşandanên protestoyî piştî qetilkirina Elçî kir û got, hêzên dewletê bi berpirsiyariya qetilkirina Elçî gunehbar kirin.

Rojnameya Emerîkî New York Times´ê jî îşaret pê kir ku Tahîr Elçî gelek dozên li Dadgeha Mafê Mirovan li dijî Tirkiyeyê bi awayekî serketî parastibû û ji dema ku gotiye "PKK ne rêxistineke terorîst e", timî gef lê tên xwarin, ew natirse, lê helbet ev gef wî aciz dikin û dizane ku di tehlûkeyê de ye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN




'Wêrekê aştiyê' hat qetilkirin


Gelek saziyên hiqûqnasan ji derveyî welêt jî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi daxuyaniya şermezarkirin û li dijî dewleta Tirk piştevaniya xwe ya bi doza Elçî re îfade kirin. Baroya Parîsê û baskê wê yê ciwanan, Partiya Komunîst a Franseyê û Komeleya Hiqûqnasên Elamn û Kurd derbarê êrîşê de helwêsta xwe bi raya giştî re parve kir.

Serokê baroya Parîsê Elçî bi dilsozî bi bîr anî û îşaret bi gotina wê ya "PKK ne rêxistineke terorîst e" kir. Di daxuyaniya baroyê ya li ser navê serokê baroyê de hat bibîrxistin ku li ser vê gotinê, doz li Elçî hatibû vekirin û tehlûkeya ku 7 sal cezayê girtîgehê lê were birrîn, hebû. Ji bilî vê baro aştîxwaziya Elçî bi bîr dixe û dibêje em "wêrekê aştiyê" bi dilsozî bi bîr tînin û rêzdar in ji doza wêrek a hemû parêzerên di tehlûkê de.

Yekîtiya Parêzerên Ciwan ên Dadgehên Parîsê (UJA) jî qetilkirina Tahîr Elçî rûreş kir, bi bîr xist ku ew "milîtanekeî çalak" ê ji bo mafê Kurdan bû û bi awayekî eşkere û wêrek li ber kuştinên faîl dewlet radibû.   


Destekê nedin rejîma zordar

Partiya Komunîst a Franseyê jî qetilkirina Elçî şermezar kir, weke kujer îşaret bi dewleta Tirk kir û got: ´Tirkiyeya Nû´ ya Erdogan wisa diyar e, Tirkiyeya terorîzma dewletê, sûcên siyasî li dijî demokrat û nexasim jî Kurdan e. Partiya Komunîst a Franseyê ji serokkomar François Hollande û Yekîtiya Ewrûpa dike da ku destekê nedin rejîma zordar a Tirkiyeyê ku azadiyan difetisîne, û helwêsta sînîk a beramber rêxistina DAIŞ´ê."  

Komeleya Hiqûqnasên Elman û Kurd (DKJV) jî bi daxuyaniyekê qetilkirina Elçî Şermezar kir. DKJV´yê bi bîr xist ku piştî doza lê hatî vekirin, dewletê hîna ji havînî ve gefên kuştinê li Elçî dihatin xwarin û bi vê îşaret bi kujeriya dewleta Tirk kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN