Çalakiyên ji bo ku tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berbelavî didomin. Kurdistaniyên li Ewropayê, ku ji ber nûçeyên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn ser piyan, li dehan bajarên Ewropayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hat ragihandin, ku Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e. 

DÛÎSBÛRG: Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê dijîn, danê êvarê li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û têkildarî tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon vedan û mîtîng li dar xistin. Bi sedan kesên beşdarî mîtîngê bûn, bang li saziyên navneteweyî kirin, ku bikevin nava liv û tevgerê.

FRANKFÛRT: Kuristanî û dostên wan, ji bo agahiyeke pê bawer li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan bê bidestxistin meşiyan û mîtîngek pêk anîn. Bi qasî hezar kesên hev civiyan, bi qîrîna dirûşma “Nêzîkatiya li Ocalan ji bo me sedema şer û aştiyê ye” heta ber Konsolosxaneya Tirk a li Frankfûrtê meşiyan û piştre li vir mîtîng kirin. 

MANNHEÎM: Li Mannheîmê, li ber HBF’ê mîtîngek hate lidarxistin, belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan daxuyanî hate dayin. Bi qasî 500 Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Wê îro û 21’ê Cotmehê li vê derê meş bên lidarxistin.

HAMBÛRG: Kurdistaniyên li Hambûrgê jî ji ber tirs û fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan meşiyan. Sevahîr Bayindir li vir axivî û anî ziman, ku Ocalan ne tenê Rêberê Kurdan e, ew her wiha lîderê gelên bindest e û dixwazin di dema herî kin de agahiyan li ser tenduristiya wî bigirin.

BERLÎN: Bi qasî 500 kesên li Brandenbûrger Tor ê Berlînê li hev civiyan, heta Alexander Platzê bi heman armancê meşiyan. Rojan Şemiyê jî wê bi beşdariyeke xurt meş bê lidarxistin.

FREÎBÛRG: Çalakiya li bajarê Freîbûrgê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Di çalakiyê de ku 3 saetan dewam kir, belavokên li ser mijarê hatin belavkirin û daxuyaniyek hate dayin.

WÛPPERTAL: Kurdistaniyên li Cîty Arkaden a bajarê Wûppertal ê Elmanyayê li hev civiyan, dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî azadiya Kurdistanê” qîriyan. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye. Heta ku agahî jê bê girtin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

ÛLM: Li bajarê Ûlmê  li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hikûmetên Tirk û Elman hatin rexnekirin û fikarên li ser jiyana Ocalan hatin bilêvkirin.

DARMSTADT: Li Darmstadt a Elmanya li Luîsen Platzê saet 17.30’an Kurdistaniyan meşek kir. Di meşê de dirûşmên ji bo azadiya Ocalan hatin berzkirin. Li ser navê Meclîsa Darstadtê Merdan Kaçmaz axaftinek kir û xwe ku Kurdên li Ewropa rabin ser piyan. 

SACHSEN: Li Eyaleta Sachsenê li bajarên Dresden, Magdebûrg, Halle Salle û Leîpzîgê jî Kurdistanî li qadan bûn. Di çalakiyê de ji bo ku azadiya Ocalan dirûşm hatin berzkirin, pankart hatin rakirin, danezan hatin belavkirin..



SAARBRÛCKEN: Şevê dî li Saarbrûckên Kurdistanî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan li ser piyan bûn. Li ber Europa Galeriyê bi posterên Ocalan hatin cem hev. Çalakî heta roja Înê wê berdewam bike.

AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê, zêdeyî sed kes li Centraal Stastîonê li hev civiyan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Her wiha hat ragihandin ku PDK û YNK’ê Kerkûk radestî hêzên mêtinger kirine û ji wan hate xwestin ku dest ji van polîtîkayên xwe yên şaş berdin.



DEN HAAG: Çalakiya li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî li ber gara trenê ya navendî pêk hat û ji bo azadiya Ocalan dirûşm hatin qîrîn. 

ATÎNA: Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, li meydana Syntagmayê çalakî hate lidarxisitn. Çalakgeran ragihandin ku heta heyet biçin serdana Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.

STRASBOÛRG: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dijîn, pêr êvarê li Place kleberê li hev civiyan û belavok belav kirin.  TOÛLOÛSE: Têkildarî tenduristî û ewlekariya Ocalan, Kurdistaniyên li bajarê Toûloûse yê Fransayê, li meydana Capîtolê çalakî pêk anîn. 

BORDEAÛX: Li Bordeaûxê bi pêşengiya tevgera jinan çalakî hate lidarxistin û li ser rewşa Ocalan belavok hatin belavkirin.

MONTPELLÎER: Li Montpellîerê, Kurdistanî bi heman armancê daketin qadan. Mîtîng li meydana Comedîe hate lidarxistin û hat gotin, “Rêber Apo xeta me ya sor e. Em bi can û mal dilsozê Rêberê xwe ne. Heta agahî ji Rêberê me bê girtin, em ê li ser piyan bin. Em dixwazin parêzer û malbat tavilê Rêberê me bibînin.”

RENNES: Bi sedan kesên li meydana Repûblîk a bajarê Rennes ê li hev civiyan, bang li CPT û saziyên berpirsyar kirin ku bi erka xwe rabin û tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo çalakiya roja Înê jî banga tevlîbûnê hate kirin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê li Başûrê Fransayê, bi sedan Kurdistanî li meydana Canebîere li hev civiyan û bi qîrîna dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin. Piştî meşê çalakiya rûniştê li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Dûre li meydana Vîeûx Portê mîtîng hate lidarxistin û bang li gelê Kurd hate kirin, ku xwedî li rûmeta xwe derkeve.

DRAGÛÎGNANE: Kurdistaniyên li herêma Dragûînane yê Fransayê dijîn, li Balafirgeha Nîce-Cannesê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn û alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.

PARÎS: Li paytext Parîsê jî li ber avahiya qenala televîzyonê ya neteweyî ya Fransayê çalakî hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî tevlî bûn. 

BRÎGHTON:  Kurdistaniyên li Herêma Sûssex a Îngilîstanê dijîn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan çalakiyek lidar xistin. Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sûsex li bajêr Brîghton ê li ser rêya Chûrchîll Sqûare ya herî qelebalix Kurdisanî kom bûn, ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin heta ku agahî ji Ocalan bê girtin wê çalakî dewam bikin.

LÎVERPOOL: Li bajarê Lîverpool ê Îngilîstanê, Meclîsa Gelê Kurd a North West meşek organîze kir. Di çalakiyê de hat xwestin, ku heyeteke serbixwe, malbat û parêzer biçin Îmraliyê û hat gotin, “Em ji ber ewlekariya jiyana Rêberê xwe bi fikar in. Heta ku agahiyê jê bigirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.“

NOTTÎNGHAM: Li bajarê Nottîngham ê Îngilîsatnê, Kurdistanî li navenda Civaka Demokratîk li hev civiyan û ber bi Market Sqûare ve meşiyan. Li vê derê belavokek hate xwendin, faşîzma AKP-MHP-DAIŞ’ê hate şermezarkirin û hat gotin, ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê divê Ocalan azad bibe.

STOCKHOLM: Kurdisanî û dostên wan ji bo daxuyaniyek têrker û bibawer a têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd li paytext Stockholm a Swêdê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Swêd, Yekîtiya Ewropa, civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê. 

OREBRO: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Orebro yê Swêdê dijîn, li meydana Vaghûstorgetê li hev civiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hildan. Çalakvanan işaret bi nûçeyên tirsnak ên li ser tenduristiya Ocalan hate kirin û di serî de CPT ji saziyên navneteweyî hate xwestin, ku serdana Îmraliyê bikin.

BORLANGE: Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û parêzer û malbat karibin wî bibînin, li bajarê Borlange yê Swêdê xwepêşandanek hate lidarxistin. Xwepêşandanê 2 saetan dewam kir û têkildarî tecrîdê belavok hatin belavkirin.

GOTEBORG: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Goteborgê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa “Hûn nikarin roja me tarî bikin” vekirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK’ê hildan û mîtîngek pêk anîn. 

HELSÎNBORG: Li bajarê Helsînborg ê Swêdê, têkildarî rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî hate dayin. Ji hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hate xwestin, ku ji bo agahî li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan bê girtin, zextê li hikumeta Tirk bikin.

ZURÎH: Ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevkariya NÇDK-S û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê li Zurîhê çalakî çêbû. Kurdistanî û dostên wan li Rahhausbrûckeyê civiyan. Di çalakiyê de pankarta ‘Baldar be Tirkiye, dinyayeke bê Ocalan em ê bi ser we de hilweşînin’ hate hildan, meşe hate bi sefaretxaneya Tirk dom kir.

KOPENHAG: Kurdistaniyên li Kopenhag û derdorî wê dijîn, li stasyona navenda Kopenhagê bi çalakiyeke bêîtîhatiya sivîl lidarxistin. Piştre jî li pêşiya şaredaryê çalakiyek lidar xistin. Piştre jî ketin rêya herî qelebalix a bajêr, çalakiya xwe dewam dikir. Li pêşiya parlementoyê jî çelakî tê lidarxistin. Piştî meşa li Wezareta Karê Derve ya li pêşiya parlementoyê hate lidarxistin û şûnde têkildarî rewşa dawî dosyayek pêşkêş kirin.

ROMA: Kurdistaniyan li ber sûrên dîrokî yên Romayê, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Çalakiyê du saetan dewam kir û êrîşên faşîstan ên dewleta Tirk li hemberî Kurdan û sîstema dîktatoriyê ya Erdogan hatin şermezarkirin.

KRASNODAR: Kurdistaniyên li navçeya Platînovka ya bajarê Krasnodar ê Rûsyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Bi navê Kurdistaniyên li ber Mala Kurdan li hev civiyan, endamê Komîteya Gel a Platînovkayê Rafîk Babayo axivî. Babayo got, “D Di serî de CPT, lazimê saziyên navneteweyî bikevin dewrê, rewşa Ocalan lêkolî bikin û bikin ku tecrîda giran a li ser Ocalan bê rakirin. Heta ku tecrîd bê şikandin, Kurd wê li qadan bin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN