Kurdistaniyên li Ingilistanê ji bo piştgiriyê bidin gelê Manchesterê yê ku bû armanca terora DAIŞ'ê, civiyan. 

Bi sedan Kurdên ji bakurê Ingilistanê, ji bo terora DAIŞ'ê ya li Manchesterê şermezar bikin û piştgiriyê bidin mirovên xizmên wan li Arena Manchesterê jiyana xwe ji dest dayî û destekê bidin gelê Ingilîz, li St. Ann Squareyê civiyan.

Kurdistaniyan ji bo bîranîna 22 kesên jiyana xwe ji dest dayî, meydan bi kulîlkan xemiland. Gelê Manchesterê, bi rojan e ku tê St Ann Squareyê, kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dayî bi bîr tîne, peyamên piştgiriyê dide û nerazîbûnê nîşanî terora DAIŞ'ê dide.

Hem Ingilîzan hem jî medyayê bi germî û baldarî li desteka civaka Kurd a li bakurê Ingilistanê nihêrî. Di dema xwepêşandanê de gelek Ingilîz hatin cem Kurdistaniyan, bi destê wan girtin, xwestin wan nas bikin û spasiya Kurdan kirin.

DAIŞ û Erdogan şermezar kirin

Kurdan alên PKK, YPG/YPJ, PJAK’ê, flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzên li ser wan nivîsandî "Em ji Manchesterê hez dikin, em bi hev re xurt in", "Gelê Manchesterê ne bi tenê ye", ku wêneyên YPG'yiyan li ser bûn, hilgirtin.

Li meydanê jî bi gotina dirûşman çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk hatin şermezarkirin. 



ANF / MANCHESTER