
Di axaftinên di xwepêşandanê de hate kirin de bal kişandin ku di komkujiya Roboskiyê ya 35 Kurdan têde jiyana xwe ji dest dan û polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de DYA piştgirî daye Tirkiyeyê.
Di dema çalakiyê de nunerê Fed-Bîrê çû hindurê balyozxaneya DYA’yê û du nameyên ji bo Obama û Senatoya DYA’yê pêşkêş kir. Piştî wê çalakî bi dirûşiman bi dawî bû.
Li 8 bajaran amadekariya çalakiyan
Di nava vê hefteyê de, dê li 8 bajarên Almanyayê çalakiyên bi vê armancê bên lidarxistin û name dê ji Obama re bên şandin. YEK-KOM’ê jî bang li hemû Kurdên li Almanyayê dijîn, hemû demokrat, pêşketî, aşitxwaz, azadîxwaz, parêzvanên mafê mirovan û dostên Kurdan kir ku beşdarî çalakiyan bibin. Cih û dîroka cihên çalakiyên ku dê li Almanyayê bêne lidarxistin wiha ye:
BERLIN: 9-13 Çile, dê li Brandaburgtor greva birçîbûnê bê destpêkirin. Di 13’ê çileyê de dê bi awayeke girseyî daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Di heman rojê de, dê xwepêşandan li ber avahiya Balyozxaneya DYA’yê ya bê lidarxistin û dosya pêşkêş bikin, piştre jî name ji Obama re bişînin.
HAMBURG: 11 Çile, demjimêr 14.00, Dê xwepêşandaneke girseyî li ber konsolosxaneya DYA’yê bê lidarxistin û piştre jî name ji Obama re bêne şandin.
HILDESHEIM: 12 Çile, demjimêr 16.30, dê bi awayeke girseyî ji komeleyê dest bi meşê bikin û name ji Obama re biînin.
FRANKFURT : 12 Çile, pêşnçe, demjimêr 16.00 -18.00, Kurd dê li îstasyona bajêr kom bibin û biçin postexaneyê û name ji Obama re bişînin.
BREMEN: 13 Çile, demjimêr 15.30, dê bi awayeke girseyî ji komeleyê bimeşin îstasyonaê û name ji Obama re bişînin. 21 Çile, dê meş bê lidarxistin.
HANNOVER: 13 Çile, demjimêr 14.00, dê bi awayeke girseyî ji komeleyê bimeşin postexaneyê û name ji Obama re bişînin.SAZGITER: 13 Çile, demjimêr 16.00, dê bi awayeke girseyî ji komeleyê bimeşin postexaneyê û ji Obama re name bişînin.
DORTMUND: 14 Çile, dê meşa eyaleta NRW’ê bê lidarxistin. Kurd dê bi dirûşima “Stoppt die Isolation gegen Herr Öcalan und den krieg in Kurdistan” ji bajarên Bonn, Köln, Düsseldorf, Bilefeld, Essen, Disburg beşdarî meşê bibin. Meş dê demjimêr di 14.00 de dest pê bike û piştî mitîngê dê bi awayeke girseyî name ji Obama re bê şandin.
NAVENDA NÛÇEYAN