Kurdan maske dan nexweşxaneyê
Kurdistaniyên li Fransayê hevkariya xwe ya bi kedkarên tenduristiyê re dewam dikin. Li bajarê li Başûrê Franseyê, Marsîlyayê kurdistaniyan maske û xwarin bire ji xebatkarên xizmeta tenduristiyê re.
Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) ji ber krîza vîrusa koronayê, kampanyayeke hevgirtina bi kedkarên xizmeta tenduristiyê re dabû destpêkirin. Bi rêxistinkirina Navenda Civaka Demkratîk a Kurd (NCDK) a Marsîlyayê Kurdistaniyan maske û xwarin da Nexweşxaneya Paoli Calmettes a li bajêr. Karsazên Kurd ên li bajêr xwe da ber mesrefên kampanyayê.
Rêveberên nexweşxaneyê malavahiya Kurdistaniyan kir. CDK-F’yê beriya niha li bajarên Parîs û Toulousê alîkariya bi heman rengî kiribû. MARSİLYA