PJAK: “Tevî hemû siyaseta rejîma dewleta Îranê ya li dijî Kurdan, fikr û îradeya azad bê tirs û bê navber xebata xwe dewam kir û xwest erka xwe ya welatparêzî pêk bîne. Bê dudilî têkoşîn kir.”

Endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Pêncwên hate bibîranîn. Her wiha PJAK jî Îqbal Muradî bi bîr anî û ji bo wî got: “Îqbal Mûradî ti demê, astengî nas nekirin û xwe ji Tevgera Azadiyê dûr nexist.”

Merasîma ku doh çêbû, dihat payîn ku merasîma bîranînê li Hola Merasîman a navçeya Pêncwên were lidarxistin, lê asayîşa Pêncwên destûr neda ku merasîm li wê derê were kirin. Ji bona wê malbata Muradî li ser gora wî merasîma bîranînê lidarxist.

Dixwazin şoreşa gelê Kurd asteng bikin

Di merasîmê de Li ser navê Komîteya Şehîdên Başûr Azad Seqizî peyamek xwend û di peyamê de hate gotin; “Wek em agahdarin îro salvegera şehadeta Şehîd Îqbal Muradiye ku bi destê rejima Îranê û alîkariya xwefiroşên navxweyî bi awayekî hovane qetil kirin. Her tim rejima Îranê kesên pêşeng di şoreşa gelê Kurd de kiriye hedef. Bi van kiryaran xwestine şoreşa gelê Kurd asteng bikin. Ji bona wê hertim serî li rêbazên wiha dane ku yek ji mînakên vê jî qetilkirina Dixtor Qasimlo ye.”

Piştre Hevjîna Îqbal Muradî Amîne Qadirî axivî û got; “Wek hevjîna şehîd ez bang li hêz û serkirdeyên Başûrê Kurdistanê dikim ku ev saleke bi ser şehîdxistina Îqbal re derbaz dibe, heya niha tu hewlek nehatiye dayîn ji bo girtina van kesên vê kiryarê pêk anîne. Em daxwaz dikin ku kesên tawanbar werin dadgehkirin.”

Alîkarî nedin dijminan

Di dewama axaftina xwe de Amîna Qadirî wiha got; di vê rojê de ez daxwaz ji hêzên siyasî yên Kurd dikim yekitiya xwe avakin. Bila êdî dijmin êrîşê ser gelê me neke. Wekî ku em dibînin dewleta Tirk  beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Ez daxwaz ji wan hêzên ku alîkariya dijminan dikin, dikim ku êdî bese gelê Kurd nefiroşin dewletên dagirker.”

Îqbal Muradî şeva 17’ê Tîrmeha 2018’an li navçeya Pêncwên a ser bi parêzgeha Silêmanî hate qetilkirin. Tevî ku salek di ser qetilkirina Muradî re jî derbas bûye hîn kujer ne hatine girtin û hesap ne hatiye pirsîn.

PJAK’ê Îqbal Muradî bi bîr anî

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî Endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî yê ji Rojhilatê Kurdistanê di yekemîn salvegera şahadeta wî de bi bîr anî.

PJAK’ê di daxuyaniya xwe ya bîranînê de soz da ku wê riya şehîdan dewam bike û wiha tê gotin;”Di temenê biçûk de, bindestiya civak û gel û dagirkeriya li ser xaka xwe nepejirand. Ev xet ji bo bingehê têkoşîna azadî û rizgariyê bi kar anî. Tevî hemû siyaseta rejîma dewleta Îranê ya li dijî Kurdan, fikr û îradeya azad bê tirs û bê navber xebata xwe dewam kir û xwest erka xwe ya welatparêzî pêk bîne. Bê dudilî têkoşîn kir. Ev têkoşîn bi xwe ve sînordar nekir û di nava malbata xwe de jî bi cih kir.

Xwe ji Tevgera Azadiyê dûr nexist

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin, Îqbal Mûradî ji bo mafê mirovan jî xwedî ked bû û wiha didome; “Tevî ku kurekî wî û kesek nêzî wî (Zanyar û Luqman) di girtîgehên dewleta Îranê de bûn, ji bo tevahiya girtiyên siyasî, kolberan û hwd, rojev çêdikir û hewl dida. Dewleta Îranê jî her carekê bi gefxwarina li Zanyar û Luqman dixwest xebata wî bide rawestandin û ji Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê dûr bixe. Lê, Îqbal Mûradî ti demê, astengî nas nekirin û xwe ji Tevgera Azadiyê dûr nexist. Piştî demek kurt Zanyar û Luqman jî hatin darvekirin.

Em careke din qetilkirina Îqbal şermezar dikin. Em ê tola wî bistînin û armanc û xewnên wî pêk bînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN