
Konferansa Muxalefeta Sûriyeyê ku bi armanca yekitiya muxalefeta Sûriyeyê li hemberî rejîma Esad civiyabû, bi aloziyê bi dawî bû. Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku PYD jî di nav de ye û Konseya Nîştîmanî ya Kurdî ya Sûriye (ENSK) jî beşdarî konferansê bûn. Lê piştî pêşnûmeya ji bo mafên Kurdan û nasîna Kurdan mîna gelekî nehat qebûlkirin, konferansê protesto kir.
Pêşnûme ji aliyê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ya ji aliyê Tirkiye, S.Erebîstan, Qetar û welatên Rojava ve hatiye avakirin, pêşnûmeya naskirina Kurdan red kir. Ev yek jî bû sedema aloziyan.
Kurdan vê yekê weke “skandal” bi nav kirin û xwestin ev redkirina vê pêşnûmeyê şûn ve were vegerandin. Lê piştî ev yek pêk nehat di navbera delegeyan de pevçûn rû da. Pevçûn bi navbeynkariya peywirdarên otela konferansê rawestiya.
Delegeyê Konseya Neteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê (ENSK) Ebdul Ezîz Osman der barê bûyerê de daxuyaniyek da û got; “Kurd ji ber ku pêşnûnemay gelê Kurd nas dikir, hatiye redkirin, ji salonê derketine.”
Hêjayê gotinê ye ku Hevserokê PYD’yê Salih Mislim ku bi ew bi xwe jî beşdarî civîna li Qahîreyê bû, du rojê berê ji kanala televîzyonê Ronahî TV ya Rojavayê Kurdistanê re axivî û civînên li Qahîre û Cenevreyê nirxand. Mislim got; “Em piştgirî didin biryarên civîna li Cenevreyê hat lidarxistin. Pêşniyara avakirina hikûmeta ji hemû beşên civakê tê wateya piştgiriya vîna gel. Her pênç endamên Konseya Ewlekariyê û hêzên din vê yekê qebûl kirine.” Mislim diyar kir ku wana berê jî pêşniyareke wiha kiribû û got; “Me berê ji pêşniyar kiribû ku hikûmeteke hevbeş çêbibe û ji hemû aliyan pêk bê. Ger hikûmeteke wiha were avakirin em Kurd ji dê têde cih bigirin. Muxalefeta Kurdan bi giştî me ji cihê xwe di nava muxalefeta giştî ya Sûriyeyê de cih girtirye. Meclisa Gel û Encumena Nîştîmanî ya Kurdî ya Sûriye (ENSK) me her du aliyan hay ji hev du heye.” Hevserokê PYD’ê bal kişand ser civîna li Qahîreyê ku duh dest pê kir û got; “Guhertina rejimê, avakirina komareke nû ya demokratîj, di vê yekê de dê rola muxalefetê çawa be, bi giştî têne niqaşkirin. Beşa din ji sibe tê nîqaşkirin. Tişta em dixwazin yekitî û nêzibûnek di nava muxalîfan de çêbibe. Me di komiteya amadekariyê de ji şopand. Hemû muxalîf beşdar bûn. Ji ber wê ji divê komiteyeke hevbeş ji muxalîfan were avakirin û hem çavdêriya muxalefetê û hem ji çavêdêriya beşên siyasî yên muxalefetê bike.”
'ENS hevkariya dewletên herêmê dike'
Mislim Encumena Neteweyî ya Sûriyeyê (ENS) ya bi hevkariya Qetar, Erebîstana Siûdî, Tirkiye û welatên rojava hatiye avakirin jî rexne kir û got; “Encumena Neteweyî ya Sûriyeyê van pêşniyaran napêjirîne. Her tim dixwazin bi tenê bimînin.” Mislim hêviyên xwe yên ji civînê anî ziman û got; “Lê em hêvî dikin ku yekitiya muxalefetê di civînê de çêbibe.”
Muxalîfên Sûriyeyê di 28’ê adarê de li Stenbolê civînek li dar xistibûn. Civîn ji aliyê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ve hatibû birêvebirin. Konseyê ji bo pêvajoya piştî Esad, “Belgeya Sonda Neteweyî (Mîsakî Milî) pêşniyar kir, lê ev proje ji aliyê Kurdan ve hate redkirin. Kurdan diyar kir ku “Formula Dewleta Demokratîk” a projeya Konseyê pir berfireh e, di projeya wan de ji bo Kurdan tu tiştek tune bû, komên Kurdan civînê terikandin. Kurd daxwaz dikin ku mafê Xweseriyê ji bo Kurdan bê naskirin. Erdonga di civîna Dostên Sûriye ya di 1’ê nîsanê de li Stenbolê pêk hatibû de pêşniyara Mîsakî Mîllî kiribû.
Tê payîn ku Hevserokê PYD’ê der barê konfensa li Qahîreyê de daxuyaniyek bide.
Daxwaza rûxandina rejîmê kir
Kongerya ji yekitiya muxalefeta Sûriyeyê ya ku 2 rojan li Qahîreyê berdewam kir bi daxwza rûxandina rejîma Beşar Esed bidawî bû. Muxalifan bang kirin ku desmlidest şer û tundî bidawî bibe. Di civînê de gelek gengeşî jî çêbûn û giha asta pevçûnên bi destan jî. Her wiha konseya niştimanî ya Kurd jî xwe ji vê kongreyê vekişand ji ber Kongeyê bendeke ku gelê Kurd nas dike imze nekir. Muxalifan lihevkirin ku rûxandina rejîma Beşar Esed û sembolên wê rejîmê beriya her karî tê. Ji aliyekî din ve hê jî nîqaşên derbarê derbarê xistina Sûriyeyê ya balefira Tirk berdewam dikin. Piştî bêdengiyeke dirêj Esed jî nerînên xwe derbarê wê bûyerê de anîn ziman û rexneyên tund li serokwezîrê Tirkiyeyê Tayip Erdogan kir.
Serokdewletê Sûriye, Beşar Esad di hevpeyvîneke xwe de diyar kir ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di meseley Sûriyeyê de neguheriye, tenê rûyê wî yê rast aşkara bûye. Esad, Erdogan bi durûtiyê tawanbar kir.
Esad di hevpeyvîna xwe de got ku Erdogan di pirsgirên li Rojhilata Navîn de bi hestên mezhebperestiyê tevdigere û diyar kir ku hikûmeta AKP piştgirî dide HAMAS’ê, lê dema mesele dibe Hizbullah Erdogan dengê xwe dernaxe. Esad got; “Em helwesta Erdogan a li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê dizanin. Lê dema Îsraîlê di 2006 de êrîşê Libnanê kir, Erdogan bi qasî ya Xezayê nerazîbûn nîşan neda. Lê di rastiyê de yên li Libnanê jî û yên Xezayê jî tenê li hemberî dijminekê ango Îsraîlê şer dikin. Hema bêje Îsraîlê ji her du aliyan 1600 kes kuşt. Gelo çima mesele dibe HAMAS, li Xezzeyê xwedî derdikeve, diqîre û bang dike, lê dema dibe Libnan xwe bê deng dike?” Esad, Erdogan bi durûtiyê tawanbar kir û diyar kir ku Erdogan ji bo gelê Sûriyeyê xwe digirîne, lê li hemberî kuştinên ji aliyê welatên Kendavê ve bê deng dimîne. Esad diyar kir ku êdî li hemû Rojhilata Navîn pêbaweriya li hemberî Erdogan tê gotûbêjkirin û destnîşan kir ku Erdogan destûr da ku DYA li ser axa welatê wî mertalên fuzeyan deyne. Esad bang li Erdogan kir ku li şûna xwe tevlî karê welateke din bike, bila li welatê xwe binêre û got; “ Gelo berê li hemberî gelê Sûriyeyê ne hestyar bû, di carekê de hestên wî teqiyan? Gelo piştre hat bîra wî? Ma ew ji min zêdetir ji gelê Sûriyeyê hez dike? Li vir durûtiyek heye.”
QAHÎRE