Endamê Partiya Kedkarên Kurdistanê ya li Herêma Federal a Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne Behman Huseyîn li dijî operasyonên siyasî yên li dijî Kurdan nerazîbûn nîşan da û got ku hikûmeta AKP'ê ewil di bin navê "vebûnê" de xwest pirsgirêka Kurd çareser bike lê pêşekitin dawî wiha nirxand: "Digot ez ê bi hevdîtinên saziyên sivîl û Kurdan re hevdîtinan pêk bînim û pirsgirêkê çareser bikim. Di nava gel de hêviyeke mezin derket holê. Hêviya her kesî ew çareserkirina pirsgirêkê bû lê wisa nebû. Pİştî hilbijartinan gotin guherî û di qada siyasî de girtin û operasyonên leşkerî zêde bûn. Piştre jî axa başûrê Kurdistanê hate bombebarankirin. Ez bi tecrubeyên xwe yên têkoşîna li dijî rejîma Baasê dibêjim ku bi operasyonên leşkerî nikarin pirsgirêkê çareser bikin."

'Kurdistan kirine girtîgeheke vekirî'
Huseyîn destnîşan kir ku hikûmetên beriya AKP'ê pirsgirêka Kurd xwestin bi înkar îmha û kuştinan çareser bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê encam li holê ne. Niha rewşa gelê me yê Bakur ji her demî xurtir e. Gelê me li wir statuya xwe îlan kir. Ji ber vê yekê jî pirsgirêk ne bi operasyon û şîdetê divê bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Herî dawî gelek şaredar û siyasetmedar hatin girtin. Hejmara kesên hatin girtin 3 hezarî derbas bû. Dewleta Tirk Kurdistan kiriye girtîgeheke vekirî û Kurdan êsîr dibîne. Ma li gel evqas tiştan rewşa Kurdan guherî? Na. Bi girtin û binçavkirinan Kurd paşve gav navêjin. Ev nêzîkatî dê pirsgirêkê kurtir bike."

'Di êrîşên hewayî sivîl dibin hedef'
Huseyîn anî ziman ku balafirên Tirkan li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê 400 caran êrîşa hewayî pêk anî û wiha got: "Her balafir 4 bombeyan digire dema ku mirov vê bibîne tablo jî derdikeve holê. Li gel van êrîşan PKK'ê darbeyeke cidî negirtiye. Di van êrîşan de tenê mirovên me yên sivîl zirar dîtin. Plana Tirkiyeyê ew bû ku bi Îranê re êrîşî PKK'ê bikin û operasyona bejayî bidin destpêkirin. Lê em bi kêfxweşî dibînin ku ev plan pûç bû. Heke ev plan bi serketa Tirkiye dê biketa başûrê Kurdistanê. Ji ber ku ev plan bi ser neket tenê êrîşên hewayî pêk tîne. Baweriya min ew e ku newêre oerasyona bejayî li dar bixe. Ez careke din dibêjim ev pirsgirêk bi operasyonên leşkerî û siyasî çareser nabe."

'Divê nasnameya Kurdan bê naskirin'
Huseyîn pirsa "gelo hikûmeta AKP'ê di çaraseriyê de samîmî ye, heke samîmî be ez vê pirsê ji wan bikim" kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ew qani bûye ku li Tirkiyeyê 2 gelên bingehîn hene. Dê dev ji nêzîkatiya yek netew, yek al, yek ziman berde? Ev yek girîng e. Ji ber ku heta niha feraset ev bû. Heke dixwaze pirsgirêkê çareser bike niha makeqanûna nû tê çêkirin wê demê divê nasnameya Kurdan nas bike û Kurdan wekî hêza bingehîn a Komara Tirkiyeyê bibîne. Ji ber ku Kurd bi ziman, hest, mejî, fikir û çanda xwe gelekî cuda ye. Heke van cudatiyan nebînî û bibêjî ez ê çareser bikim ev yek dê bibe xapandinek."

ABDULLAH RAMAZAN/ MURAT KOLCA - DÎHA-HEWLÊR