Pasdarên Îranê komek kolber gulebaran kir, di encamê de kolberê Kurd ê bi navê Emîr Xalid hate qetilkirin û sê kolber jî bi giranî birîndar bûn. Li aliyê din hat ragihandin ku pêr 10 welatiyên Kurd bi îdîaya alîkariya partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kirine, hatin girtin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, roja 17’ê Tîrmehê hêzên eskerî yên Îranê li ser sînorê Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê, li bajarê Xoy yê girêdayî parêzgeha Urmiye, komek kolberên Kurd gulebaran kir. Di encamê de kolberek hat kuştin û sê kolberên din jî bi giranî birîndar bûn. Navê kolberê  ku hatî qetilkirin, Emîr Xalid e û nasnameya sê kolberên birîndar hîna nehatiye zanîn. Kolberên birîndar ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê ne. Her wiha di nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw de hate gotin ku ti bar li gel wan kolberan nebû û hêzên leşkerên Îranê yekser ew Kurdên kolber gulebaran kirine.

 

Li Mehabadê 10 kes hatin girtin

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan ya Hengaw, pêr li bajarê Mehabadê 10 welatiyên Kurd bi îdiaya alîkariya partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kirine, ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hatin girtin.

Li gorî nûçeya Rêxistinê nasnemeyên 6 ji welatiyên ku hatine girtin wiha ye: Selah Adîm, Dawid,  Resul Nejad, Maruf Qenaet, Keywan û Omer Nasire. Her wiha rêxistinê ragihand ku  welatiyên ku hatine girtin, şandine girtîgeha bajarê Urmiyê. 


 NAVENDA NÛÇEYAN