ZAHÎT EKÎNCÎ / KOPENHAG


Li Danîmarkayê 21´ê Mijdarê hilbijartinên herêmî bi rê ve diçin. Di hilbijartinan de gelek Kurdên ji Naverasta Anatolê ji bo encûmeniya meclîsên şaredarî û bajaran bûne namzet. Yek ji van jî  Fatîh Baran e ku ev 17 sal in li paytexta Danîmarka Kopenhagenê dimîne. Fatîh Baran ji Cîhanbeyliya ser bi Qonyayê ye û mamoste ye. Fatîh Baran ê 39 salî, zewicandiye û du zarokên wî hene. Fatîh Baran ji bo encûmeniya şaredariya navçeya Brodbeyê a ser bi Kopenhagenê ve namzet e. 


Ez ê bibim dengê koçberan 

Fatîh Baran dibêje, ew ji sala 2012´an ve di birêveberiya  partiya Brøndby Enhedslisten (Lîsteya Sor-Kesk a Yekgirtî) de cih digire û wiha dewam dike: “21´ê Mijdarê hilbijartin hene li Danîmarkayê. Bi desteka hûn bidin min, li Brøndbyê ez ê bibim dengê we.

Sala 2012´an bi desteka min jî Brøndby Enhedslisten hat damezrandin û sala 2013´an di hilbijartinên şaredariyê de bi encûmenekî em ketin meclîsa şaredariya Brøndbyê. Weke partî di xebatên şaredariyê de di van 4 salên dawî de ji bo ku dahatên şaredariyê ji bo xêra xelkê bê bikaranîn, me notirvaniyeke civakî kir. Û van çar salên li pêşiya me, em ê di heman xetê de rêya xwe dewam bikin.”

Fatîh Baran dibêje, ew bi rola xwe rabûye di girtina biryarên lli xêra perwerde, çandê, malbatên xizan û seqetan de û bi tecrûbeya xwe ew ê her wiha bibe dengê koçberan jî û daxwaz dike ku hilbijêr dengê xwe bidin wî.