Kurdên Araratê, yanî Kurdên Agiriyê û bi awayekî giştî Kurdên Serhedê destpêka sedsala bihurî jî di peywendeke bi temamî kolonyalîst de ji awirekî oriyantalîst hatine dîtin. Tevî ku Edward W. Said di beşê duyê yê sedsala bihurî de bi rexneya xwe ya li oriyantalîzmê Elmanya weke mînaka pozîtîf nîşan dida jî, muhtemel e ku ev yek ji kêm zanîna bi zimanê Elmanî û dîroka kolonyalîzma dereng a Elmanyayê be. Em xwe bi vê neawiqînin û bi vê mînaka li jêr, karê hizirînê ji we xwînerên xwe re bihêlin. Ev wêne û nivîsa hanê sala 1932´yan hatiye çapkirin li Dresdenê, bi çixareyên kêmdîtî re hatiye firotanê. Mirov dikarin wê bi markeke împaretoriyê jî bikirin. Yê li ser wêne xêzkirî Kurdek e, bi nivîsa li serê Kurdekî Araratê ye. Em dikarin nivîsê hemûyî wisa wergerînin:

Oriyantalîzm jê difûre “Nihêrîneke li gelan bi wêneyan

Koma 2´yê - Rêz 8 - Wêne 4 Hejmar 46

Kurdê ji Araratê (Agiriyê). Hem Fars, hem Tirk û hem Ermenî bi heman rengî ji wan ditirsin; Kurdan karî heta bi îro serxwebûna xwe biparêzin: miletekî çiyê yê ku xizmê Farsan e, ku Misilman bûye, ji biî çandinî û xwedîkirina sewalan, têra xwe şelihandina karwanan jî ji xwe re kiriye kar.”

Hem wêne kevintir e ji 1932´yan, hem jî terîf xwe disipêre terîfa Kurdan a ku sedsalekê oriyantalîstan çêkirî. Vê carê, heger mirov bîne bîra xwe ku tutin û çixare jî hingê li dikanên malê koloniyan difirotin zêdetir bûn, mirov dikare peywenda yekser a kolonyalîst û oriyantalîst li cem hev bibîne. Lê axir, hingê jî înkara îro li Tirkiyeyê li derve nebû û Kurd yek ji miletên dinyayê bûn ku di rêza “46”an de be jî cih ji wan re hatiye veqetandin.

 

BERLÎN