Partiyên Kurd li Amedê nerazîbûn nîşanî amadekariya êrîşa li dijî Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk dan. Nûnerên partiyan, helwêsta dewleta Tirk li dijî referandûmê jî rexne kir. 

Herêma Başûrê Kurdistana 25’ê Îlonê wê referandumê pêk bîne. Niqaşên li ser referandumê zêde dibin. Hem welatên derve û hem jî desthilatdariya AKP’ê û partiyên Tirkiyeyê li dijî referandumê daxuyaniyên hişk didin. Dewleta Tirk ji niha ve li dijî referandumê tang û topên xwe sewqî ser sînor kirine û amadekariya şerê li dijî Herêma Başûrê Kurdistanê dike. Dijberî vê yekê partiyên Kurd jî nerazîbûnê xwe yên li hemberî desthilatdariya dewleta Tirk anîn ziman. 

 

Mafê Kurdan e çarenûsa xwe diyar bikin

Serokê Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) Sinan Çiftyurek, diyar kir ku referandum ji bo Başûrê Kurdistanê grîng e û got, “Kurd xwedî maf in ku qedera xwe bi xwe diyar bikin. Gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên rejîma Iraqê neçarî referandumê maye. 

Di vê pêvajoyê de ku hêzên serdest li herêmê şer dikin, divê em li cem gelê Kurdistanê cih bigirin.“  

 

Ji bo tifaqeke neteweyî 

Çiftyurek bal kişand ser pêvajoya berxwedana Kobanê û anî ziman ku di pêvajoya Kobanê de hemû partî bûn yek û ji bo azadiya Kobanê têkoşiyan. Li Kobanê nasnameya partiyan derneket pêş. Nasnameya neteweyî derket pêş. 

Çiftyurek, anî ziman ku hikûmeta Tirkiye ji yekîtiya Kurdan ditirse û got, “Heger êrîşek li dijî Başûrê Kurdistanê pêk bê, hemû gelê Kurd dê li dijî êrîşê bibe yek.” 

 

Tirkiye fortan dike

Serokê Partiya Maf û Azadiyê (Hak-Par) Vasif Kahraman jî anî ziman ku ji bo paşeroja Kurdan referandum girîng e û got “Kurd bi salan rastî komkujiyê hatin. Hikûmetê deriyê xwe li gelê kurd girt. Gelê kurd xwe bi tenê nahêle. Tirkiye dibêje, ez dê êrîş bikim. Derewan dike. Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê çavtirsandî bike. Li wir 7-8 milyar dolar bazirganî heye. Nikare vê yekê tine bihesibîne.” 


RIFAT ŞAHÎN / DENIZ TEKÎN /MA / AMED