Kurdistaniyan û dostên wan li seranserê Ewrûpayê 10´ê Tebaxê peyameke xurt li dijî dagirkeriyê da. Wan got, ew ê li dijî dagirkeriyê berxwedanê xurt bikin û banga piştgiriya navneteweyî jî li meydanan olan da.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê li seranserê Ewrûpayê bi çalakiyan hatin rûreşkirin. Ji paytexta Elmanyayê Berlînê, heta bi Marsîlyaya Fransanyê, ji Atîna heta bi Stockholmê, Kurdistanî û dostên wan li meydanan bûn û êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.

Li Berlînê, çalakger ji Potsdamerplatzê heta bi Brandenburg Tor meşiyan. Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad li Berlînê Erhan Firat û Nûnerê PYD’ê yê Berlînê Silêman Hacî li dijî êrişên dewleta Tirk bang li welatên rojavayî kirin. Qisekeran bang kirin ku hevkariya bi rejîma Erdogan re bi dawî bibe û piştevaniya berxwedana li dijî dagirkeriyê bê kirin.

Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê jî meşeke protestoyê ji devê Gara Navendî ya Trênan dest pê kir. Federasyona Civaka Demokratîk/Kawa pêşengî li meşê kir. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên înternasyonalîst bi hildana pankartên li ser wan “Erdogan Kurdan qetil dike”, “Bijî şoreşa Rojava” heta bi meydana Haupwache meşiyan. Bi axaftinên li vê meydanê, hat xwestin Tirkiye tavilê dawî li êrişên xwe yên dagirkeriyê bîne û ji Elmanyayê jî hat xwestin hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re û nexasim frotina sîlehan û fînansekirina şer rawestîne.

Divê her kes dengê xwe bilind bike

Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê jî meşa protestoyî hebû. Meşê ji kolana Lautenschlageyê dest pê kir û çalakger bi gotina dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’, ‘Ji Ocalan re azadî’ gihiştin meydana Schlossplatzê. Li vir mîtîngek çêbû. Di mîtîngê de dagirkerî hate şermezarkirin.

Li bajarê bakurê Elmanyayê Hamburgê bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk li hate protestokirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hamburgê meş organîze kir. Meşê ji stasyona trenê ya Sterneschanzeyê dest pê kir û parlementerê Partiya Çep Martîn Dolzer ê di çalakiyê de got, ew dagirkeriya Tirk napejirînin û divê her kes li dijî vê hewldanê dengê xwe bilind bike. Meş li Gansmarktê bi dawî bû.

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê bi heman armancê li meydana Immermanhofê ya li nêzî Stasyona Trenê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de pankarên li ser nivîsandî ‘Ji Rojava destê xwe bikişînin’ û ‘Dawî li qirrkirina Kurdan bînin’ hatin hilgirtin û dirûşmên ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’ û ‘Bijî piştevaniya navneteweyî’ hatin gotin. Di çalakiyê de berdevkê FED-MED a NRW’ê Ahmet Elmas êrişên li dijî Rojava şermezar kirin û bang li hemû hêzên demokrat û şoreşger kir ku li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin.

Çareserî Rêber Apo ye

Li bajarên Fransayê Draguignan, Marslîya, Bordeaux û Rennesê jî çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hebûn.  Li Draguignanê bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe tecrîdkirina Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Ew ji Parc Chabranê heta pêşiya avahiya walîtiyê meşiyan.

Li Marsîlyayê bi sedan kes bi meşê çûn meydana Vieux-Portê û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mîtîngek kir. Qisekeran bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û got, “Yekane çareserî Rêber Apo ye ku li Îmraliyê ye.”

Li Bordeauxê bi pêşengiya NCDK´yê mîtîngek pêk hat. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn û gelek belavok belav kirin.

Li Rennesê Kurdistanî ji meydana Colombie heta bi meydana Republique meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Bijî berxwedana Rojava” gotin.

Dagirkerî li dijî şerê tinekirina DAIŞ´ê ye

Li Awusturyayê jî li paytext Viyana û bajarê Grazê dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin. Li Grazê Kurdistanî li meydana Sudtirolerplatzê civiyan. Wan bi pankart û flamayên xwe êrişên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li dijî Rojavayê  Kurdistanê şermezar kir.

Li Viyanayê bi heman armancê mîtîngek hebû. Çalakgeran got, Kurdan li Rojava û Başûr li dijî DAIŞ’ê şer kir û hîna dikin, lê dibin hedefa bomberdûmana dewleta Tirk.

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê jî bi meşekê ev helwêsta delweta Tirk hat rûreşkirin. Çalakger ji meydana Academia heta avahiya Konsolosxaneya Tirk meşiyan.

Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê li bajarê Den Haagê yê Hollandayê jî hatin şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe li Waterloopleinê kom bûn û bi daxuyaniyeke çapemeniyê dewleta Tirk şermezar kirin.

Divê Ocalan azad be

Kurdistanî û dostên wan li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê, li bajarên Swêdê Orebro,Goteborg, Malmo û paytext Stockholmê   nerazîbûn nîşan dan.

Kurdistanî û dostên wan Şemiyê piştî nîvrojê li Meydana Norra Bantorgetê ya Stockholmê hatin ba hev û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi meş û mîtîngekê protesto kirin. Çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara, NCDK a Stockholm û Komîteya Rojava hate kirin. Di axaftinan de hate gotin, dewleta Tirk û Erdogan êrişan dibin ser hemû hêzên daxwaza demokrasî û aştiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin. Parlementerê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga jî got, dema çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser Şengal û Rojava, ciwanên Kurd li gel dostên xwe yên înternasyonalîst berxwedaneke mezin kir, gel rizgar kir û derbên xurt li çeteyan dan. Em ê piştevaniya xwe ya ji bo YPG/YPJ’ê bidomînin.”

Serokê Herêma Stockholm a Partiya Çep, Ebba Karlsson jî diyar kir ku ew ê piştevaniya Partiya Çep a weke berê niha jî bi gelê Kurd re bidome. Wî wekî din xwest PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û Ocalan bê azadkirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN