Piraniya Kurdên Feylî Şîe ne û li Bexda, Diyale, Mîsan, Wasit û Besrayê dijîn û herwiha çendin sede ye ku Feylî li navçeyên sinorî yên di navbera Îraq û Îranê de li her du aliyên çiyayên Zagrosê jiyane.

Di sala 1924’ê de yasaya regeznameya Îraqê, şêniyên wî welatî li ser bingeha ol û neteweyan bi sê beşan dabeş kirin. Kurdên Şîe bi awayekî sîstematîk hatine cuda kirin û bi henceta ku peyrewên ola şîe ne û bi eslê xwe Îranî ne berdewam ji aliyê berpirsên hikûmetê ve rastî êrişan dihatin, rejîma Baasê siyasetên dijberane yên olî li hember wan bikar dianîn.

Tim rasta zextan hatin

Di salên 1970’ê de Îraqê nêzîka 40 hezar Kurdên Feylî ji Îraqê derxistin û berê wan da Îranê û radigehand ku hevwelatiyên Îranê ne, di sala 1980’an de bi mersûma hejmar 666 regeznameya Îraqî ji hevwelatiyên Feylî hate standin û hikûmetê dest danî ser milk û malên wan, piraniya kesên ku hatine der kirin di nava hikûmetê de xwedî postên girîng bûn, astê xwendewarî û rewşa aboriya wan baş bû. Piraniya wan kesan dema li Îranê bûn di kampan de dijiyan, rê nedidan kar bikin û bixwînin û belgeyên hat û çûnê nedidan wan, heta nedikarîn navê zarokên xwe ku ji dayik dibûn, yan dimirin yan kesên ku jiyana hevsergiriyê pêk dianîn nedihatin tomar kirin.
Ger Kurdên feylî hewla vegera Îraqê bidana, ji aliyê desthilata Îranê ve kartek didan wan ku li ser hatibû nivîsîn çûna bê veger. Yasaya regeznameya Îraqî di sala 2006’ê de mersûma 666 hilweşand û di yasaya nû de hatiye her kesê/a ku di serdema rejîma berê de regeznameya Îraqî jê hatiye standin, lazime bibe xwedî nasname. Li gor Wezareta Koç û Koçberên Îraqê piştî sala 2003’ê regeznameya Îraqî da nêzîka 20 hezar xêzanan, ku hejmara wan nêzî 100 hezar kesan e. Lê mezintirîn asteng a li hember Kurdên Feylî ji bo wergirtina nasnameya Îraqî ew e ku divê ispat bikin Îraqî ne, herwiha lazime îspat bikin ku di serjimêriya giştî ya Îraqê ya sala 1957ê de hatine tomar kirin, lê piraniya wan kesan nikarin wan tiştan ispat bikin.

BEXDA