
Pêr êvarê bi bihîstina operasyona binçavkirinê re li navên Ewropayê yên Kurd lê dijîn Kurd derketin kolanan û heta sibehê çalakiyê protestoyî lidar xistin. Li gelek navendan çalakî berdewam dikin û tê payîn di tevahiya dawiya hefteyê de çalakiyên şermezariyê bidomin.
Di serî de li Almanya, Fransa, Belçîka, Îngîlîstan, Swîsre û Awûsturyayê hema hema li tevahiya Ewropayê li bi dehan navendan Kurd û dostên xwe derketin kolanan û êrîşên AKP'ê yên li ser îradeya xwe şermezar kirin.
Li bajarê Koln ê Almanyayê gel saet 01:00'ê de li ber Dêra Domê ya dîrokî kom bû. Girseya ku bi sloganan dewleta Tirk şermezar kir heta ber bi avahiya televizyona WDR'ê meşiya.
Li Hannover, paytext Berlîn, Drêsden, Hambûrg, Frankfurt, Maînz, Munchen, Stûttgart, Dortmund, Essen, Nurnberg û Bîelefeldê çalakiyên êvarê dest pê kirin doh li ber nûnerî û konsolosxaneyên Tirk berdewam kirin.
Li paytexta Belçîka Brûkselê mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de bang li Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku ambargoyê deynê ser Tirkiyeyê. Tê payin îro li Brûkselê bi beşdariya Kurtên Hollanda, Luxsembûrgê çalakî pêk were. Her wiha duşem û sêşemê çalakiyê rûniştinê hatine plankirin. Di 16'ê Mijdarê de jî bi beşdariya nûnerên olî û rêxistinên çep meşeke navendî li Brûkselê pêk tê.
Li Fransa, Awûsturya û Swîsreyê çalakî
Kurd û dostên gelê Kurd ên li Fransa û Swîsreyê jî ji bo xwedîderketina parlementer û Hevserokên HDP'ê di çalakiyê de bûn. Li Fransayê li bajarên Parîs, Strasbourg Marsîlya, Nantes, Montpellier, Renesê, li bajarên Awûsturya Vîyana, Lînz û li bajarên Swîsreyê Zurîh û Bernê çalakî pêk hatin.
Li Londonê jî ciwanên Kurd ji bo şermezarkirina êrîşa li ser HDP'ê meşek lidar xistin. Ciwan ji ber serokwezaretiyê heta bi Sefareta Tirk meşiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN