Çalakiya li ber Parlamenta Ewropayê wê roja 14’ê Çileyê li Meydana Shûman, roja 15’ê Çileyê jî wê li meydana Place Luxemboûrgê saet di navbera 10:00-16:00 de were lidarxistin.
‘Bikevin nava tevgerê’
Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser komkujî û qewimînên li Kurdistanê û bang li saziyên navneteweyî hat kirin. Qisekeran ji Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Parlamenta Ewropayê, hikûmet û parlamentên Ewropayê û partiyên siyasî xwestin, ku ji bo sekinandina terora AKP’ê bikevin nava tevgerê û di vî warî de biryarên şênber werbigirin. Saziyan her wiha bang li gelê Kurd kir, ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibe.
Li Dûîsbûrg û Amsterdamê çalakî
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Li bajarê Hollanda Amsterdamê jî, bi heman armancê greva birçîbûnê tê kirin.
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, înfazkirina 12 ciwanan li Wanê, hat şermezarkirin. Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Dûrîsbûrgê meş û mîtîngek hat lidarxistin. GirseyaGel a li Kolana Konîgê li hev civiya, di destpêkê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê çalakger bi qîrîna dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng nemînin”, “Li Wanê komkujî heye”, “Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînin” dest bi meşê kirin.
Piştre mîtîng hat lidarxistin û li ser navê NAV-DEM’ê, AGÎF, Partiya Çep a Elman axaftin hat kirin. Qisekeran komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de Însiyatîfa Gel a Kurecîkê ya Ewropayê, AGÎF, ATÎF jî amade bûn.
Li bajarê Hollanda Amsterdamê jî, bi armanca şermezarkirina komkujiyên ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê tên kirin, şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê wê kom bi kom bi awayekî dorveger, lê bê dawî were meşandin.
Banga beşdariya çalakiyan
ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk banga beşdariya li çalakiyan li aştîxwaz û demokratan kirin. Di civîna ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk de biryar hat dayîn, ku ji bo teşhîrkirina komkujiyên li Kurdistanê û xwedîderketain li xwerêveberiyan, çalakiyên berfireh werin lidarxistin.Encamên civîna Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya li Ewropayê (ABDEM) û Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a 7’ê Çileyê hatin aşkerekirin. Di civînê de biryar hat dayîn, ku ji bo teşhîrkirina komkujiyên li Kurdistanê û xwedîderketain li xwerêveberiyan, çalakiyên berfireh werin lidarxistin.
Di daxuyaniya li ser civînê de bal hat kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê û ‘hevkariya durû’ ya welatên Ewropa bi taybetî jî Elmanya bi AKP û Tayyîp Erdogan re bi tundî hat şermezarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN