Daxuyanî bi beşdariya endamên sazî, komîn û welatiyên taxê li pêşiya Navenda TEV-DEM’ê hate xwendin. Welatiyên alên rengîn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wênekyên têkoşeran bilind kirin.

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê Hêvîn Silêman daxuyanî bi zimanê Kurdî û û Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Mihdî Bîlal bi zimanê Erebî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “YPG, YPJ û Burkan El-Firat li Kobanê efsaneyên ku Stalîngirad derbas kirine nivîsandin. Şervanên Kobanê li şûna mirovahiyê li hemberî hêzên tarî û terorîst nirx parastin. Ev berxwedan milkê tevahiya mirovahiyê ye. Wekî em li Kobanê biser ketin, em ê li tevahiya Rojava biser bikevin. ‘Ji Rojavaya Azad ber bi Sûriyeke demokratîk ve’ wê durişmeya meşa me ya azadiyê be. Em vîna azad li li Sûriye bicih bikin.”


Li Şamê bi pêşengtiya TEV-DEM’ê

Saziyên taxa Zorava ya paytexta Sûriye Şamê ku di bin sîwaneya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê de kar dikin bi hev re daxuyaniyek hevbeş dan raya giştî.

Di daxuyaniyê de berxwedana dîrokî ya Kobanê hat bibîrxistin û avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat pîrozkirin.

Saziyên ku nûneriya vîna gelê Zorava dikin piştgiriya xwe ji HDP’ê re jî ragihandin.

Endamên saziyan û welatiyên ku ji bo daxuyaniyê hatin cem hev, di dawiyê de berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin. 


 ŞAM/HELEB