
Li her parzemîna cîhanê Kurd hene û bi saya çanda xwerêxistinê a ku Tevgera Azadî li Kurdistanê çandiye, li her deverê hewl didin bi hev re û bi folklora xwe bijîn. Yek ji wan jî ji parzemîna Rojhilata Dûr li Japonya, Komela Çanda Kurdên Japonya ye. Derbarê jiyana Kurdên li Japonya û komelê wan de em Serokê Komela Çanda Kurdên Japonya Mehmet Yucel re axivîn.
Di navbera Japonya û Ewrûpa de saet 6, bi Tirkiye jî 7 saet ferq heye, ew tişt jî bi serê xwe kêşeyeke ji bo pêwendîyên bi wêlet û hezkirî û merivên li Ewrûpa dijîn de.
Serpêhatiya çûyînê û Êşîra Mahkanan
Di serî de Mehmet Yucel çûyîna Kurdan li Japonya vedibêje û qala cihêrengiya Kurdên li Japonya dike: "Di 1992 de ji malbat/êşîra me yek bi nêta çûyîna Ewrûpa dihere firokxanê , bi rasthatineke li firokxanê Kurdekî Rojhilatî dibîne û pê re dihere Japonya. Ji eşîra me yekem ew hat Japonya em jî peyderpey dû wî hatin Japonya. Berî me belkî hinek Kurd dihatin Japonya belê li wir nediman. Pinahişa Kurdên wir ji êşîra me Mahkanan e lê ji bilî êşîra me jî ji DÎlok, Semsûr, Colemerg li deverên din jî Kurd dijîn. Di demê dawî de Kurdên Rojavayî jî hatin. Kurdên Başûr jî tên wir lê ew li vir na mînin , bi armanca bazirganiyê tên vir."
Biryara damezrandina komelê
Komela Çanda Kurdên Japonya ji 2013'ê wir ve hatiye damezrendin. Lê belê Mehmet Yucel destnîşan dike ku berê jî ne awayeke fermî lê ciheke ji xwe re wek Komel bikar dianîn û wiha pê de diçe: "Me Komela xwe 2013 meha çaran de damezirand, berê jî bi awayeke ofîs me navendeke bikardianî lê di fermiyetê de ne Komel bû. Sê çar sal dom kir ew ofîs. Jixwe ne ewqas çalak bû jî. 2008'an ji xwe hat girtin, di 2012'an de em li hev civiyan û me biryarek da ku em Komeleke fermî ava bikin. Qasî saleke hewldan û xebatê me dewam kir û sala 2013'a meha çara em bûn xwedî komele. Rêveberiya me ji 13 kesan pêk tê. Komela me dawiya hefteyê vekiriye."
Kursa Kurdî heye
Komel ji ber şert û mercên jiyana karkeriyê di dawiyê hefteyê de her kes dikarê serdana komelê bike lê di nava hefteyê jî jin komelê bikartînin. Mehmet Yucel di warê bikaranîna komelê de wiha dibêje: "Jin di nava hefteyê de komeleyê bi awayeke çalak bikar tînin. Kursên me yên Kurdî û folklorê hene."
Kurdên wir piranî bê statu ne
Serokê Komela Çanda Kurdên Japonya Mehmet Yucel ragihand ku jiyana civakî û mafên penabertî de gelek dijware û wiha got: "Jiyana sosyal a li vir dijwar e. Ji ber ku hê gelek Kurdên li wir di warê hiqûqî de bê statu ye. Ew me ji jiyana wir hinekî dûr dixe. Kurdên ku hê heqê rûniştinê nestendibe nikare ji derveyî bajarê tê de derkeve. Hinek ji me ji ber ku heq nestendine yan her tim diherin îmza diavêjin ji xwe ger ew heq jî ji destê wan de hatibe davêjin kampan. Qaşo kamp! Lê zindan e. Ji raya giştî re radigihînin kamp e lê rasterast girtîgeh e. Derketina derve qedexe ye, tenê mafê 45 deqîke sporê heye. Niha çend hevalê me jî jixwe di girtîgehê de ne."
Mehmet Yucel bi lêv dike ku têkiliya wan bi Japonan re ne wek berê ye û her ku diçe pêş dikeve. Ew bixwe jî hînî zimanl Japonî dibin û di warê dîplomasî û burokrasî de, dikarin xwe îfade bikin. Her wiha zarok jî di dibistanan de fêrî Japonî dibin, ji aliyeke geşedaneke baş be kî ki alî din pêşiya bişaftinê vedikin. Wek li her derê li wê derê jî metirsiya malabatan ji asînîlasyonê heye û hewld didin ku zarokê wan Kurdî ji bîr neke.
Yucel li vir destnîşan dike ku piştî berxwedana Kobanê û Şengal nêzîkbûna ji bo wan hatiye guhertin û wiha diaxife: "Berxwedana Kobanê û Şengal di nava Japonyayê û gelê wê de deng veda. Medyaya wir, hikûmeta wir eleqeyeke mezin nîşanî me da. Me ji dostên xwe ên Japon alîkarî xwest û alîkariya hete berhevkirin me şand ji Şengalê. Niha jî ji bo Rojava em alîkari didin ber hev, em ê demeke nêzîk de bişînin. "
Hêjayî gotineyeke ku Komala Çanda Kurdên Japonya do pêvajoya hilbijartinan de xebatekî serkeftî û encamekî hêja derxistin holê. Dengdayîn di nava rojeke de pêk hat û bi awayeke rêxistinî û hişyar, çûn ser sindoqan û dengên xwe bikar anîn. LI Japonya ji bo HDP 381 deng derketin. Her wiha Kurdên li Japonya parzemîna dûr bin jî di warê polîtîk û îdeolojîk de pêwendiya xwe bi Tevgera Azadî rê qut nekirine, weşanên wek Serxwebûn, Stêrka Ciwan û pirtûkên cur be cur ji Ewrûpa dixwazin û ji wan re tê.
ÎBRAHÎM BULAK