Bi sedan Kurdên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê li hember komploya 15‘ê Sibatê meşiyan.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li taxa Zorava ya Paytexta Sûriyê Şamê, bi armanca şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek lidar xist. Meş bi beşdarbûna sedan kesî ji Meydana Şehîdan destpê kir. Girseya gel ku Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re beriz dikirin, ji wir berê xwe dan bazara serke ya taxê. Meş rastî eleqeyeke mezin a şêniyên taxê hat. 


 ŞAM