Kurdên mişext dibêjin her HDP
BÎLAL SEÇKÎN
MA / EDÎRNE
Malbatên ku di dema Serhildana Agiriyê de sirgûnî gundê Çataltepe yê Edîrneyê hatin kirin, diyar dikin ku wan hem zimanê xwe hem jî çanda xwe parastiye. Yên sirgûnî Çataltepe hatin kirin, diyar kirin ku kesên nû ewilî hatine sirgûnkirin ne sax in. Wan her wiha got, ew tim dengê xwe didin partiyên Kurdan û ew ê di vê hilbijartinê de jî dengê xwe bidin HDP’ê.
Malbatên ku di dema Serhildana Agiriyê de sirgûnî gundê Çataltepe yê navçeya Enez a Edîrneyê hatin kirin diyar kirin ku ew ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin HDP’ê.
Esat Çelîk diyar kir ku ew sala 1975’an li Çataltepeyê bi cih bûne û got, “Berê zarokên apên me li vir bûn. Ew di dema serhildanê de sirgûnî vira hatin kirin. Em jî ji ber şert û mercên nebaş ên li bajêr hatin vir. Dema em ewilî hatin, 4-5 malên Kurdan hebûn. Pirranî ji Mûş û Agiriyê bûn. Em li vir karê sîwaxê dikin. Ji ber ku em li vir xwedî li hev derketin, me gelek tişt kirin.”
Bendavan ew koçber kirin
Mehmet Çelîk jî, ji Mûşê çûye Edîrneyê. Her wiha sala 1983’yan bûye keyayê gund. Çelîk, diyar kir ku ji ber ku bendavên li Mûşê gundê wan di bin avê de hiştiye, wan berê xwe daye Edîrneyê. Çelîk got, li Mûşê wan karê sîwaxê dikir û li Edîrneyê jî heman karî dikin. Çelîk got, “Kesên beriya me hatin jî heman kar dikirin. Wan jî ji me re got, werin li vir karê sîwaxê bikin.”
Çanda xwe jî anîn
Çelîk, da zanîn ku piştî ew hatine Çataltepeyê, ji Îdir û Agiriyê jî gelek kes hatine û gotin: “Yên beriya me ji ber serhildanê û çewisandinan hatin. Lê em bêtir ji ber rewşa aborî û bendavên ku li herêma me dihatin çêkirin hatin. Li vira jî bi salan e em sewalvaniyê û banedartiyê dikin. Me çand û jiyana li bajarê xwe bi xwe re anî vira. Zarokên me li van deran çêbûn. Me ew jî bi çand û edatên xwe mezin kirin. Niha her kes li ser kar û barê xwe ye.”
Çelîk ku ji gundê Koxak ê Kopa Mûşê ye got: “Çavê me li paş nema. Bendav çêbû, gundên me di bin avê de man. Lê dîsa jî dema ew roj tên ber çavên me em xemgîn dibin. Xwezî em li bajarê xwe bûna û em li wir bijiyana.”
Dengê xwe didin HDP´ê
Çelîk wiha peyivî: “dema em hatin vir, rê û dibistan tine bûn. Ev der gundikek bû û girêdayî Enezê bû. Ez dikarim bibêjim, me ev gund kir gund. Paşê em bi Keyatiya Enezê ve girêdan. Carinan di navbera me û Tirkên vir de jî prisgirêkan rûdida. Bi hatina me ya vir, ne kêfxweş bûn. Tevî hemû şert û şirûtên zehmet jî ji vî gundî hemşîre, bijîşk û mamoste derketin. Heta par jî binesazî tine bû û riyên me qet nebaş bûn. Dema cenazeyekî me çêbûya, me nikaribû biçin goristana gund jî. Bi salan me deng da partiyên Kurdan, em ê wisa dewam bikin. Em ê di vê hilbijartinê de jî dengê xwe bidin HDP’ê.”