Şahiya serbixwe ya belgefilman a Tirkiyeyê Documentarist îsal wê ji 9 ta 14´ê Hezîranê li dar be û vê carê di nava belgefilman de, filma “Kurdên Tokyoyê” jî heye. Documentarist” îsal cara 11’an li dar dikeve û qederê 40 belgefîlman wê di bin beşên cuda de wê hefteyekê bên nîşandan. Yek ji van filman ku derdikeve pêş jî belgefilma ‘Kurdên Tokyoyê’ ye.
Bi xêra rojnameya me, çalakiyên Kurdên li paytexta Tokyoyê hem bi xwînerên me û hem jî ji wan û wê de jî êdî qismî be jî tên nasîn. Çawa ku Newroz her sal li gelek welatên dinyayê tê pîrozkirin, Kurdên Japonayayê jî bi pirranî nêzî Tokyoyê pîroz dikin.
Ozanê Tokyoyê
Ev belgefilm jî li ser van Kurdan hatiye çêkirin. Derhênerê filmê Fumiari Hyuga ye. Belgefilma ku îsal temam bûye, ev yekem car e ku wê li Tirkiyeyê bê nîşandan. Di film de rola sereke ya Ozan e. Ozan hîna 6 salî ye, tevî malbata xwe ji bo jiyaneke baştir berê xwe dide Tokyayê. Ew niha êdî ciwan e lê ew kesek e ji derveyî civakê tê hiştin û xwe wekî kesekî bêhêvî hîs dike. Ligel statuya “Biyanî” ew niha li ber derba xwe sekiniye ku keysa xwe bîne li firsendeke di nav sektora şahiyan de. Bi vê belgefilma 20 deqîqeyî, dike ku nihekî mirov li Kurdên Tokyayê hayil bibe. Film wê 10´ê Hezîranê saet 14´an li Sînemaya Aynali Geçît û 12´ê Hezîranê jî saet 15´an li Sînemaya Kadikoyê bê nîşandan.
Film wekî din di festîvala belgefiman a li Kandayê ya 2018´an a bi navê Hot Docs Canadian International Documantry Festival de jî ji bo nîşandanê hat hilbijartin.
STENBOL