Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî a ji 9 partiyên Kurdan, Şerefhan Cizîrî bang li nivîskar, ronakbîr û hunermendên Kurd kir da ku beyî ku li benda vexwendinê bimînin, beşdarî xebatên platgormê bibin.
Ji berdevkên Platformê Şerefhan Cizîrî, têkildarî xebatên plankirî de, li avahiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a Amedê civîna çapemiyê li dar xist. Cizîrî got, di civîna dawî de, wan 3 berdevk diyar kirin û wiha axivî: “Ev sê berdevk dê sê mehan carekê bên guhertin.
Cizîrî, bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Em ê çalakiyên Roja Zimanê Cîhanê, 21’ê Sibatê li dar bixin. Divê zimanê Kurdî di Newrozê de weke mijara sereke derkeve pêş. Divê hemû partiyên Kurd civîn, çalakî û şahiyên xwe bi zimanê Kurdî li dar bixin. Ji bo xebata zimanê Kurdî em hevdîtinan bi sazî û dezgehên civaka sivîl ên bajêr re bikin.”
Cizîrî, hilbijartinên cihî yên 31’ê Adara 2019’an jî nirxandin û got, “Divê namzetên hemû partiyên Kurdan bi zimanê Kurdî zanibin. Divê ev wek krîter bê nîşandan. Ez bang li hemû nivîskar, ronakbîr û hunermendên Kurd dikim ku beyî ku li benda vexwendinê bin, beşdarî xebatên platformê bibin.”
MA / AMED