Pisporê Zimanê Kurdî (zaravayê kurmancî) Zana Farqînî ku demek dirêj e xebatên bêhempa ji bo zimanê Kurdî dimeşîne û ferhenga mezin a Kurdî amade kir, beriya demekê ji ANF’ê re axivîbû û bal kişandibû ser xeterî û metirsiyên li ser zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê. Farqînî gotibû; “Erê rast e, li gorî berê jimara kesên kurdî dixwînin û dinivîsin zêde bûye, lê belê jimara kesên bi Kurdî diaxivin jî kêm dibe. Çima? Nîşana vê yekê zarok in.”
Nivîskar, zimanzan, rojnamevan û rewşembîrên Kurd ev nêrîna Farqînî ji ANF re nirxandin û bi awayekî hevpar ev destnîşan kirin: “Ji bo parastina ziman divê zarokan fêrî Kurdî bikin”. Her wiha rewşenbîrên Kurd jî ji rewşa zimanê Kurdî bi fikar in.

Nêrînên rewşembîrên Kurd ên li ser nêrîna Zana Farqînî û rewşa Kurdî wiha ne:

Pirsgirêk ne nû ye

Zimanzanê Kurd Ezîze Cewo diyar kir ku bi taybet jî li Bakûrê Kurdistanê pirsgirêka axaftina bi zimanê kurdî heye û ev ne pirsgirêkeke nû ye. Cewo sedemên vê pirsgirêkê yên dîrokî destnîşan kir û anî ziman ku ji bo çareserîyê divê mirov wan bingehan bi kûrayî binirxînin û xwest ji bo zimanê kurdî dîsa kampanyayek were destpêkirin. Cewo bal kişand ser guftugoyên li ser zimanê kurdî û weha got: “Êdî çend sedsal in, hem neyarên gelê kurd, hem jî hinekên di nav gel bi xwe de dibêjin, ku zimanê kurdî ber bi mirinê va diçe û piştî demekê gelê kurd wê weke netewe ji hole rabe… 
Lê dîrokê tiştekî din ji me re hiştiye, dibêjin: “Gelê ku nexwaze bimire, tu kesê nikaribe wî bikuje!” Û ev rastîyek e! Hebûna gelê kurd, têkoşîna wî ya ji bo mafê xwe yên neteweyî vê yekê piştrast dike. 


Ziman hebûna netew e

Cewo destnîşan kir ku ji bo hebûna netewekî ziman nirxê sereke ye û weha dewam kir: “Eger zanebûna ziman bibe norma jîyana civaka kurdî, eger zanebûna zimanê kurdî, bi wî nivîsandin û axavtin, bi wî stran û girîn, bi wî jiyana û xwendin bibe şêwazê jîyana me ya rojane, wê demê bersîva hemû pirsgirêkan wê bi xwe bê dayîn. Ji bo ku ziman bê parastin û pêşxistin, ji bo ku xwendevanên kurdî hebin, divê yên ku bi kurdî biaxivin û bixwînin hebin. Û ev yek jî divê girseyî be- li seranserê Kurdistanê... Xaleke din ê yê girîng jî; eger em dibêjin zimanê kurdî zimanê kurdan e, divê em perwerdeya zimanê kurdî ji bo wan dayîkan avabikin, ên ku ji ber mercên dîrokî zimanê kurdî nizanin, an jî baş nizanin, ji ber ku her zarokek zimanê dê ji dayîka xwe fêr dibe. Ji bo van hemûyan jî îro gelê kurd û Tevgera azadîxwaz gelek merc û derfet afirandine...”


Şert û mecên siyasî bandorê li ser pêşketina kurdî dikin

Serokê PEN´a Kurdî Dr. Zerdeşt Haco jî diyar kir ku hemû hikûmetên Komara Tirkiyeyê tinekirina zimanê kurdî ji xwe re kirine armanc û siyaseteke zordar dimeşînin. Haco diyar kir ku yek ji sedema herî mezin ya pirsgirêkên ku zimanê kurdî pê re rû bi rû dimîne ev polîtîkaya zordar ya desthilatdaran e û weha dewam kir: Êdî li tevî rastiyên ku birêz Farqînî dîtine, divê mercên siyasî jî werin binavkirin. Rizgarkirin, bipêşvebirin û geşkirina zimanê me bi rewşa siyasî li welatê me ve girêdayî ye. Kengî zimanê me li welatê me bû zimanê dewletê, hingî bêçare wê dê û bav ji bo pêşeroja xwe wê tevbigerin ku zarokên xwe fêrî kurdîyeke bilind bikin.  Ji wan re wê kurdî bibe alavê pêşketina jiyana wan ya piraniya beşên jiyanê.” 



Bikaranîna kurdî kêm e
Rojnamevan û Hîndekarê Zimanê Kurdî Robîn Reşvan ku ev salên dirêj e xebatên zimanê kurdî dimeşîne diyar kir ku di qadên jiyanê de bikaranîna zimanê kurdî kêm e. Reşvan got, “ Li Amedê û li bajarên din ên Kurdistanê, zimanê serekîyê kûçe û kolanan Tirkî ye û ew yek li ser zimanê Kurdî dibe xetereke mezin”.
Reşvan bal kişand ser girîngiya mafê perwerdeya kurdî û hewldanên gelê kurd yê ji bo bidestxistina vî mafî û got: “Divê em ji bîr nekin ku mafê perwerdeya bi Kurdî, biryareke sîyasî ye ku girêdayî desthilatdaran e. Bi gotineke din, perwerdeya Kurdî çiqas girîng be jî, biryara wê ya dawî di destê karbidestên dewleta Tirkîye de ye û divê Kurd li benda wê biryarê nemînin. Bi hemû kar û zanînên xwe xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û wî zimanî biparêzin.”
Reşvan destnîşankir ku dê û bav zimanê xwe yê zikmakî kurdî, fêrî zarokên xwe nakin û weha got:”Hemû dê û bav dikrin zimanê xwe, çand, folklor û muzîka xwe hînî zarokên xwe bikin û nasnameya Kurdî biparêzin. Bi dîtina min, ev xal ji perwerdeya Kurdî ji girîngtir e û her dê û bav dikare vê yekê bi cîh bîne. Ji bo pêkanîna wê, Kurd ne hewceyî alîkarî yan jî destûra dewletê ne. Bi dîtina min, Kurd divê berî her tiştî pênasînê bi vê rastîyê bikin û xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û wî zimanî hembêz bikin. Heta ku Kurd qedra zimanê xwe nizanin, hemî pêngavên ku têne avêtin kêm dimînin û nagehijin tu armancan.


Pêşketina kurdî bi xwedîderketinê mimkûn e
Nivîskar Rizoyê Xerzî jî diyar kir ku berovajî nêrîna Farqînî, ew difikire ku rewşa pêşketina zimanê kurdî ber bi başiyê ve diçe û kesên kurdî diaxivin roj bi roj zêde dibin. Xerzî weha got: “ Dema ez rewşa niha û ya berî 10 salan li Amedê bidim ber hev gelekî eşkere ji bihîstina axaftina bi kurdî tê xuyakirin ku ji berê zêdetir bûye... Li gorî min, sedemên vê pêkşetinê gelek hene. Di serî de mirov dikare bidestxistina kurdan a şaredariyan û parlementoyê wekî mînakeke herî berz destnîşan bike. Ji ber ku hişmendiya bi salan dewletê di sere gele kurd de çand bi vê yeke hejiya.”
Xerzî diyar kir ku di hemû qadên jiyanê de çi qasî kurd bikaribin gavan bavêjin, xwedî li sazî û dezgehên xwe derkevin û serkeftinan di warê rêveberiya herêmî de bi dest bixin ew qasî zimanê kurdî jî bi pêş dikeve û zêdetir tê bikaranîn.

Dê û bav ji fêrbûna kurdî berpirsyar in
Nivîskar Xerzî jî di pêşxistin û xwedîderketina kurdî de bal kişand ser rolê dê û bavan û weha dewam kir: “ Di çaxa me ya îroyîn de, tê gotin ku “ger zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, ew ziman tune dibe”. Gelo bi taybet li Bakûrê Kurdistanê xeterî û metirsiyeke wiha li ser Kurdî heye an na? Zimanê kurdî bi hezarê salane bi saya çîrokên dê û dapîran xwe gihandiye heta roja îro, lê mixabin em dibînin ku em gihane astekê ku li gelek deveran dayik jî êdî bi kurdî bi zarokên xwe re napeyvin, lewre jî divê pêşî li vê bê girtin û gelek gavên lezgîn ji bo perwerdehiya bi kurdî bên avêtin lê berî her tiştî divê ji malê dest pê bike. Dibistana herî mezin ji malê dest pê dike û divê bi bernameyên cuda ên herî nû ev ziman bi rêya televizyonan bi zarokan were şêrînkirin. Ne bi gotinê em bêjin zimanê me şêrîn e, lê bi berhemên ku bala zarokan dikşîne û asta wan bernameyan ne kêmî bernameyên ku ji bo zarokan bi zimanên din tên amadekirin be.”


ABDULLAH BÎLEN - ANF/NAWENDA NÛÇEYAN




Enstîtuya Kurd a Stenbolê bû 20 salî

Estîtuya Kurdî ya Stenbolê 20’emin salvegera damezirandina xwe bi şahiyekê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de 8’emîn xelata Feqî Huseyn Sagniç jî hate belavkirin. Ji ber xebatên kurdî Mulazım Ozcan(Miraz Ronî) ku ji doza KCK’ê hatiye girtin hêjayî xelatê hate dîtin. 

Enstutîya Kurdî ya Stenbolê 20’emîn salvegera damezirandina xwe pîroz kir. Bi munasebata rojê, li Salona Restaurantê ya Cezayir şahiyek hat lidarxistin.  Di merasimê de tevî Serokê Enstîtuya Kurd a Stenbolê yê berê Samî Tan, Parlementerê BDP’ê Adîl Kurt, Endamê KCD’ê Seydi Fırat, Serokê ÎHD’a Stenbolê Abdulbaki Boga, Hevserokên BDP’a Stenbolê Asiye Kolçak, endam û rêveberên BDP’ê û gelek kes amade bûn.
Di merasimê de sînevîzyona ku ji xebat û jiyana Feqî Huseyn Sagniç, Musa Anter û sazûmankarên Enstîtuya kurdan pêk dihat hate nîşandan. Paşê Serokê Enstîtuyê Zana Farqinî anî ziman ku kesên di vê rêyê û xebata enstîtuyê de xebat kirine keda wan gelek e û spasiyên xwe anîn ziman. Farqînî, anî ziman ku ji bo li zimanê kurdî û keda wan xwedî derkevin wê di nava hewldan û têkoşînê de bin.”
Piştî axaftinan 8’emîn xelatên Feqî Huseyn Sagniç hatin dayin. Ji ber qîmetdayin û xebata li ser kurdî xelata ziman dan Mulazım Ozcan (Miraz Ronî) ku ji doza KCK’ê li girtîgeha Kandirayê girti ye.