
Navenda KURDÎ-DER’ê bi munasebeta dayîna sertîfîkayên şagirtên xwe li Navenda Çand û Hunerê ya Cîgerxwîn şahiyek li dar xist. Şahî, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di destpêkê de Serrerete KURDÎ-DER’ê Xelîl Îbrahîm Taş derket ser dikê û axaftinek kir. Xelîl Îbrahîm Taş, da zanîn ku ew di serî de roja 8’ê Adarê li hemû jina pîroz dike û di heman demê de salvegera mirina hunermendê mezin Mihemed Şêxo bi bîr anî. Taş, diyar kir ku heta niha bi hezaran şagirtê wan sertîfîkayên xwe girtine û wiha got: “Îro jî yek ji van rojan e. Hîn li ser zimanê Kurdî xetere heye, ev yek di INESCO yê de ji hat aşkera kirin. Dagirker tenê xaka gelan dagir nake, di heman demê de jî zimanê gelan jî dagir dikin. Celaded Bedîrxan di Kovara Hawar ya hejman 20’an de di bêje ‘Heke gelekî bindest be, heke zimanê xwe winda nekî dê xwe azad bike.’ Ev yek jî girîngiya ziman radixwe ber çavan.” ‘Ziman bingeha jiyanê ye’ Taş, ji Konfîçyuz jî mînak da û wiha axivî: “Konfîçyuz, dibêje ‘ji bo rêveberiyek dewletê pêwistî bi ziman heye’ lê mixabin hêj zimanê me di bin xeteriyek mezin de ye. Di vê Kurd bi awayekî xurt li zimanê xwe xwedîderbikevin. Mirov çand û hunera xwe li ser ziman avadike. Ziman bingeha wêjeyê ye. Heke ziman tune be wêje jî tune ye. Em bi zimanê xwe bi axivin, hîn bibin, hîn bikin.” Serokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Sebahatîn Gultekîn derket ser dikê. Gultekîn jî bi zaravayê kirmanckî axaftina xwe kir. Gultekîn, da zanîn ku ew dê tenê çend hevokan li ser axaftina mamoste Xelîl Îbrahîm Taş, zêde bike û wiha axivî: “Cudahiyek vê şevê heye ew jî cara yekeme ku em sertîfîkayên kirmanckî didin şagirtên xwe. Em ji vê rewşê gelek kêfxweş in.”
Piştî axafitinan koma mûzîkê ya di bin banê Egîtîm Senê de ye derket ser dikê û girse bi mûzîk û stranên xwe coşandin. Beşdarvanan jî bi çepik û tilîliyên xwe tempo girtin. Piştre dengbêj Îsmaîlê Selîmê derket ser dikê û bi stranên xwe demên hestiyar da jiyankirin. Di berdewama şevêde 19 şagirtên herî serkeftî sertîfîkayên xwe ji aliyê mamosteyên xwe wergirtin. Herî dawî şahî bi ribabê berdewam kir û beşdarvan coşand.
DÎHA/AMED
Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Rojava şayanî Xelata Ziman a Feqî Huseyn Sagniç dît. Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, îsal xelata ziman a Feqî Huseyn Sagnic şanayî Saziya Ziman a Kurdî (SZK) ya Rojava dît. Ji ber ku îsal SZK’a Rojava piştî destpêkirina şoreşa li Sûriyeyê û azadbûna hin bajarên Rojava, li gelek bajaran dibistanê Kurdî vekirin û bi vî awayî bingeha perwerdehiya bi zimanê Kurdî ava kir, ji aliyê Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat xelatkirin. Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava ji ber van xebatên xwe yên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî layîqî vê xelatê hatiye dîtin. Îsal dê Xelata Ziman di salvegera koça dawîn a Feqî Huseyn Sagniç de bi merasîmekê pêşkêşî nûnerên Saziya Zimanê Kurdî were kirin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 2005’an bi vir de li ser navê zimanzanê Kurd Feqî Huseyn Sagniç xelata ziman dide kes an jî saziyekê. Xelatgirên berê: 1- Zana Farqînî (2005), 2- Mihemed Malmîsanij (2006), 3- Abdullah Demîrbaş (2007), 4- Azadiya Welat (2008), 5- Ahmet Turk (2009), 6- Kawa Nemir (2010), 7- Li ser navê girtiyên ji doza KCK’ê Hatîp Dîcle (2011), 8- Mulazim Ozcan (2012)
STENBOL