Mamosteyê Kurdî Ronî Stêrk ku endamê YMK´ê ye, jê piştrast e ku di encama hewldanên YMK´ê de Kurdî dikare li derveyî NRW´yê jî weke zimanê biyanî yê duyemîn bê pejirandin û li mufredata fermî ya gelek eyaletan zêde bibe.

MURAT MANG / BIELEFELD

Yekîtiya Mamostayên Kurd (YMK) ew demek e ku xebatên ji bo ku zimanê Kurdî li dibistanên Elmanyayê bibe zimanê duyemîn yê bîyanî, xebatê dimeşîne. Meha bihuî nameya ku wezareta Eyaleta herî mezin a Elmanyayê, Nordrheinwestfalen (NRW) ji YMK´ê ra şand heyecaneke mezin di nav Kurdan de da destpêkirin. Li gorî nameyê, dersa Kurdî li dibistanekê, weke proejeyeke pîlot dikare bibe dersa duyemîn ya biyanî, lê bi şertê ku hin merc bi cih bên anîn. YMK´ê ev mijar bi raya giştî re par ve kir. Beriya demeke kurt, YMK´ê kongreya xwe ya 16´an li dar xist. Ew mijar hat nîqaşkirin. Hat gotin, qanûn derfetê dide. Dema ku Kurd û saziyên Kurdan şert û mercên xwe bi cîh bînin, ders dikare dest pê bike. Hêjayî gotinê ye, ev ders ne weke dersa zimanê dayikê ye. Ango heger li dibistanekê xwendekar û şagirt ên ji çi miletî dibin bila bibin, dersa Kurdî weke zimanî biyanî tercîh bikin (halê hazir li dibistaneke pîlot a li NRW´yê) dikarin, bi cihanîna şertan dikarin Kurdî jî bixwînin.

Endamê YMK´ê mamoste Ronî Stêrk li ser vê mijarê bersiva pirsên me da. Nuqteyên girîng anîn ziman. Behsa şert û mercên ku zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn ê biyanî kir. Wî pirsgirêkên YMK´ê jî elaqedarî mijarê îfade kirin.

Dersa kurdî li Elmanyayê weke dersa zimanê dayîke tê dayîn. Nexasim, li dibistanên dewletê, di nav zimanên bîyanî de rewşa zimanê Kurdî çi ye? Dikare bibe zimanê duyemîn ê bîyanî? Wek YMK xebatên we di vî warî de çi ne?

Weke Yekîtiya Mamosteyên Kurd me hewl daye ku zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn ê bîyanî li dibistanên navîn de (ji sinifa 5 û 6´ê û pê ve) bê dayîn. Ev ders li hinek eyaletan ji pola 5´an li hinek eyaletan jî ji pola 6´an dest pê dike. Vê gavê li 3 eyaletan (Bremen, Niedersachsen, NRW) dersa Kurdî weke zimanê dayikê fermî û bi budceya hikûmeta eyaletê tê dayîn. Em jî li van eyaletan li ser vê mijarê xebatên xwe dikin.

Rewşa qanûnên elaqedarî perwerdeyê ya van eyaletan çawa ye? Derfeteke çawa didin dersên zimanê Kurdî?

Li sê eyaletan, 17 mamoste dersên Kurdî didin. Bi taybetî dersên ku em li Bremenê didin, heta pola 4´an in. Ji pola 4´an û pê ve, şagirtên me dibistanên xwe diguherînîn. Her eyalet qanûna wan cuda ye. Ez çima vana diibejim; ji ber ku her eyalet azade ji navenda Elmanya cuda û xweser biryarê bide. Qanûna perwerdeyê ya pirraniya Eyaletan, mafê ziman hatiye parastin. Lê li pirranîya Eyaletên Rojhilatê Elmanyayê dersa zimanê dayikê nîne.

Çima?

Ji ber kû qanûnên wan destûrî nadin. Li aliyê din, pirraniya eyaletên Rojavayê Elmanyayê qanûn destûrê dide ku dersa zimanê Kurdî bê dayîn. Lê ev nayê wê maneyê ku li her derî dersa zimanê dayikê tê dayîn. Li ku derê qanûn destûrê bide û hewildan hebin; hewldanên xwendekar yan jî dêûbavan, dersa zimanê dayikê jî li wir tê dayîn.

Baş e, hizra weke zimanê biyanî yê duyemîn bicihkirina Kurdî di bernameya dibistanan de çawa hate bîra we?

Em jî li gorî hizr, bîr û baweriya xwe, weke YMK´ê me zend û bendên xwe badan. Me got, em li sê eyaletan dersê didin. Çima zimanê Kurdî wek zimanê duyemîn ê biyanî neyê pejirandin û neyê bikaranîn! Li gora wê, me biryar da ku em dest bi xebata xwe bikin. Tişta me danî ber xwe, li NRW’ê me bi Wezareta Perwerdeyê re peywendî danîn. Wezaretê bersiv da me. Di bersivê de ji me re got, ka şert û mercên zimanê biyanî yê duyemîn çi ye.

Şert û mercên wan çi ne?

Dibê hejmara şagirtan herî kêm di polekê de 18 be. Mînak di pola 6´an da 18 zarok divê bixwazin ku dersê bibînin. Yan jî di pola 7´an de. Ya duyemîn, divê mamosteyên ku wezaretê ew weke kualifiye pejirandibin, hebin. Ya sêyemîn, dibistan yan jî xwendegeh hazir bin ku xwe bidin ber vî karî. Ev şert gava ku bi cih bên, li wir ders dikare dest pê bike. Li aliyê din, divê devamiya dersan jî hebe. Ji ber ku ne tenê ji bo salekê ye. Ne tenê ji bo zarokên Kurdan e. Gava ku Kurdî bibe zimanê duyemîn, êdî nabe zimanê dayikê. Ji ber wê zarokên ne Kurd jî dikarin beşdarî dersa Kurdî bibin. Divê ferqa zimanê dayikê û zimanê biyanî yê duyemîn em baş zanibin û tevlî hev nekin.

Kengî dersa Kurdî wê karibe bibe zimanê biyanî yê duyemîn? Piştî nameya wezaretê hûnê çi gavan biavêjin?

Helbet em dizanin ku ev kar ne gelekî hêsan e û pêvajoyeke dirêj e. Divê şert û mercên ku ji aliyê dewletê ve hatine destnîşankirin, bi cih bên anîn. Em li gora vê jî tevdigerin. Li eyaleta Bremenê em bi Senatoriya Perwerdeyê re ketin tekiliyê û me ev projeya xwe bi wan re parve kir . Divê em li wir xwendegehekê û berî hertiştî mamosteyekî ku karibe vê erkê bi cih bîne, peyde bikin. Dîsa, em dixwazin li eyaleta Niedersachsenê jî li bajarê Oldenburgê dest bi vê xebatê bikin. Li wir jî em bi Mamosteyekî re hewl didin ku dest bi xebata xwe bikin. Herweha, me li eyaleta Nordrhein Westfalen jî li bajarê Bielefeldê, ku li vir hejmara niştecihên Kurd zêde ye,  dibistanek hilbijartiye. Rêveberiya wê ji dil ve dixwaze em vî karî bi hev re bikin. Dûre jî me bi fermî miracaet kir. Me ji wezareta perwerdeya Nordrhein Westfalenê re nameyek şand. Bersiva me jî hatiye û dibêjin heger şert û mercên ku di qanûna perwerdeyê de hatine destnîşankirin, bi cih werin anîn, em dikarin bikin. Li gora qanûna perwerdeyê 3 xalên girîng û bingehîn ku divê em bi cîh bînin jî ev in: yek, mamosteyê ku wê dersê bide, divê krîterên ku wezareta perwerdeyê lê digere, bîne cih; didu, divê pirtûka dest a dersdayinê ji bona mamoste, ku ji aliyê wezareta perwerdeyê ve hatiye pejirandin, hebe; sisê, divê dewamiya dersdayînê were misogerkirin. Bi gotineke din, divê hejmara şagirtan, ku wê beşdarî dersê bibin, her sal têra xwe hebe. Divê em niha li ser van hersê xalan bisekinin û bixebitin. Em dixwazin sala 2019´an encamekê bi dest bixin.

Têkiliya we bi saziyan re çawa ye? Nêzîkbûna wan çawa ye?

Me bi saziyan re di vê çarçoveyê de têkilî çêkirin. Bi sazîyên her sê eyaletan re tekîlîyên me hene. Halê hazir, tenê eyaletê NRW´ê bersiv daye me. Ji ber ku li wê eyaletê dibistan, mamoste, şagirt jî hazir in. Yanî şert û mercên dersdayîne amade ne. Êdî em xebata xwe dewam dikin ka em ê kingê karibin dest pê bikin. Heviyeke gelekî mezin heye ku zimanê Kurdî têkeve mufredata dersdayînê.

Li eyaletên din rewş çi ye, we şert anîne cih gelo? Li wan deveran ders nikare dest pê bike?

Li her du eyaletên din, ango Bremen û Niedersachsenê xebata me dewam dike. Beriya bi du hefteyan, em çûn Senatoriya Perwerdehiyê ya Bremenê. Li wir jî biryareke erênî heye. Lê li Bremenê pirsgirêka me ya mamosteyan heye. Ji ber ku em du mamoste ne, wexta me nîne. Hewcedarî bi mamosteyên nû heye. Em weke YMK´ê serê xwe diêşînîn ka em ê çareyekê çawa bibînîn. Dîsa li Niedersachsenê xebat heye. Li wir jî qanûn derfetê dide. Em dixwazin li wir weke herema pîlot li bajarekî dest pê bikin.

Herema Pîlot tê wê menayê ku; divê em bicerîbînin. Dibe ku em jî nikaribin. Kemasî çê bû. Lê şertên ku beriya niha min behsa wan kir, divê temam bin.

We behsa pirsgirêka tinebûna mamosteyan kir, çima mamoste nînin? Dewlet doza mamosteyên çawa dike?

Ev pirsgirêk bi giştî li peşiya me heye. Dewleta Elman dibêje, kesê ku li vir bixwaze mamostetiyê bike, divê li vir beşa mamostetiye (Lehramt) i zanîngehê xelas bike yan jî bixwîne. Gava ev tinebe, divê li zaningehê beşa nêzîkî mamostetiyê qedandibe. Ew jî tinebe, êdî kesên ku li welatê xwe mamostetî kirine û hatine Elmanyayê  dikarin mamostetiyê bikin. Ji bo wan kesan jî herî kêm sertîfika Elmanî ya C1 (mistewaya ´baş dizane´) hebe.

Amadekirina pirtûkan û materyalên dersan hûn çawa çareser dikin? Jixwe yek ji şertên ku zimanek bibe zimanê biyanî yê duyemîn jî ev e, ne wisa?

Belê. Mufredata ji bo dersa zimanê bîyanî yê duyemîn gava ku ji bo zimanê bîyanî çi be naveroka wê, ji bo Kurdî jî ew e. Ew xebat ji xwe di destê me de heye. Yanî wek metoden dersdayînê, mijarên dersê bi giştî li ber destê YMK’ê hene. Em li ser sekinîne, me amadekariya wê kiriye. Pirtûkên me ji hene. Vê gavê me pirtûka pola 9´an û 10´an jî çap kir. Komîsyona me ya berheman heye. Wê komîsyonê jî pirtûk ji bo pola 1 û 2 xelas kirine. Di dema li pêşiya me de em ê polên din jî xelas bikin. Ev pirtûk wê têkevin mufredata me.

Wezaret wê van pirtûkan qebûl bike?

Jixwe, em ê ji wezaretê re bibêjin. Me li Bremenê peşkeşi Senatoriya Perwerdeyê kir. Hatin beşdarî dersên me jî bûn. Ez di wê baweriyê de me ku encam wê erênî be. Xebatên kû em dikin, hedefa ku me daye pêşiya xwe wê erênî be.

Bangeke we li dêûbavên Kurd û civaka Kurd bi giştî heye?

Daxwaza min li Kurdan ew e ku divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Îro derfet di destê me de heye. Em van derfetan bi kar bînîn. Niha jî derfeteke mezin derketiye pêşiya me. Zimanê Kurdî dikare bibe zimanê biyanî yê duyemîn. Zarokên me dikarin notan bistînîn. Ez mînak bidim. Gava ku kurê min di pola heftan de be, zimanê Ingilîzî jixwe heye. Piştre zarok zimanê Fransî, Latînî û wekî din hildibijêre yan jî hîn bibe. Li şûna zimanekî din hîn bibe, dikare zimanê Kurdî hilbijêre û hîn bibe. Wê demê notên wî jî bilind dibin. Not bilind be, bandorî li tevahiya notan jî dike. Divê malbatên me, Kurdên me bi vê yekê baş zanibin.

 
 

Tenê 2 hezar şagirt

 

Ji sala 1993´yan ve dersa Kurdî li Elmanyayê tê dayîn. Ders li ku tên dayîn, çend zarok beşdar dibin, û cend mamoste kar dikin?

Dema em dibêjin ders fermî tê dayîn, mebesta me ew e, ku mamosteyên Kurd mîna mamosteyên din ji aliyê wezareta perwerdehiyê ve tên tayînkirin û mûçeyên xwe jî werdigrin. Dersdayîna bi zimanê Kurdî li Eyaleta Bremenê sala 1993´yan dest pê kir. Li vir du mamoste, bê navber, ji sala 1993´yan ve dersên zimanê dayikê-Kurdî didin şagirtan. Li gora Statîstîkên di destê me de, niha ji 16 eyaletên Elmanyayê tenê li 3 eyaletan, Bremen, Niedersachen û Nordrhein Westalen dersên zimanê dayikê-Kurdî li dibistanan tên dayîn. Em dizanin li eyaletên Hessen, Rheinland Pflaz û Berlînê jî hewldan hene. Li van her sê eyaletan 17 mamosteyên me dersên zimanê Kurdî didin şagirtan. Hejmara şagirtên me ku li van eyaletanan beşdarî dersên me dibin, qederê 2000´î ye. Li gorî serjimara Kurdan li Elmanyayê ev hejmareke pirr kêm e. Ji bo vê rewşê biguherin hewldanên me hene û em hewldanên din jî teşwîq dikin.

 
 

Li eyaletên din jî dibe

   

Li Elmanyayê her eyalet bi xwe siyaseta xwe ya ziman û perwerdeyê bi pêş dixe. Ji bilî hersê eyaletên mamosteyên endamê YMK´ê li wan dersan didin, li gorî qanûnan, hin eyaletên din jî destûr û derfetê didin perwerdehiya bi zimanê dayikê.

Yek ji van Berlîn e ku hikûmeta koalîsyonê eşkere di peymana koalîsyonê de jî li ber xwe danî ku Kurdî weke zimanê dayikê li dibistanan weke ders bide. Li ser pêşniyaz pirseke ji Partiya Kesk, destpêka sala 2018´an hikûmeta Berlînê da zanîn ku wan hemû dibistan li ser mijarê agahdar kirine, lê heta niha li dibistanan ji ber ku elaqeya ji bo Kurdî nebûye, dersan dest pê nekiriye. Di heman bersivê de wekî din tê gotin, heger doza dersa Kurdî bê kirin, bi pêvajoya asayî ew ê li mamosteyên kualifiye ji bo Kurdî bigerin. Lê piştî wê ne bi gelekî, di çapemeniyê de belav bû ku ji 505 dibistanên Berlînê 20´an gotiye ew amade ne ku van dersên zimanê dayikê bidin.

Eyaleteke din ku lê fermî dersên Kurdî tên dayîn, Rheinland-Pfalz e. Li ser pirsa parlamenterekî CDU´yê, wezareta perwerdeyê ya eyaletê destpêka sala 2017´an da zanîn ku li eyaletê 83 şagirt dersên Kurdî-Soranî dixwînin. Wekî din li paytexta eyaletê Mainzê, dersên Kurmancî wê sala bê li dibistanekê bi hewldanên civaka Kurd a bajêr dest pê bikin.