Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê da znaîn ku ew ê Kurmancî weke ders bidin xwendin, ango Kurdî weke ders li mufredata zanîngehê hat zêdekirin.

Sekreterê Komeleya Dostaniya Japonya-Kurdistanê Vakkas Çolak li ser mijarê  got, “Min berî niha ji zanîngehê re gotibû, em zimanê Kurdî fêrî xwendekaran bikin. Li wê derê profesrekî ku li ser zimanê Farisî lêkolînan dike, derbarê vê yekê de ji min re got, em ji te dixwazin, heger tu karibî, tu dersê bidî.

Ji bo mamostetiyê şert û merc hebûn. Ez ji bo wan şert û mercan guncaw bûm. Bi rastî li ser vê mijarê alikariya wî profesorî gelek heye.”

Li gorî agahiyên Çolak, dersên Kurdî li zanîngehê wê Nîsanê dest pê bikin: “Hem xelkê û hem jî xwendevanên zanîngehê dê Kurmancî hîn bibin. Ji bo xwendevanên Japonî  20 kontenjan hatine veqetandin. Ev di dîroka Japonyayê de yekem e.”

   

 TOKYO