
Ev ders meheke tên dayîn. Xwendekarê bi navê Bîlal Aktaş dibêje piştî lê hayilbûna nebûna lêkolînên Kurdî li zanîngehê tevî çend xwendekaran biryara organîzekirina dersê kirine. Aktaş da zanîn ku wan niyet e sala bê dest bi dersên Soranî jî bikin.
'Em bikevin jî em ê rabin û bimeşin'
Aktaş got, ew weke xwendekar dixwazin xwe di vî warî de birexistin bikin û wiha peyivî: "Dibe ku siberojê em tiştên bi bandortir di warê zimanê zikmakî de bikin. Li Kurdistanê gelek dibistanê perwerdehiya zimanê kurdî ava bûn, ev yek ji bo me keyfxweşiyek e. Em dixwazin li ser vê rêyê bimeşin. Em zanin karê me ne hêsan e lê ev ne girîng e. Dibe ku em rastî êrîşa jî werin. Dibe ku em bikevin, lê em ê disa rabin û bimeşin."
'Her kes dikare beşdar bibe'
Xwendekarê zanistiya siyasetê û têkiliyên navneteweyî Eyyup Subaşi yê ku dersên zazakî bide jî wiha axivî: "Ermanca me ew e ku em kurdbûna xwendekaran bînin bîra wan. Em ê li ser sê zaravayên Kurdî dersên xwe bidin. Nîha me dest bi dersên xwe yên Kurmancî kiriye, li ser Zazakî jî xebatên me hene û em ê li ser dersên Soranî jî xebatên xwe bidin meşandin." Subaşi bi bîr xist ku her kes dikare beşdarî dersên wan bibe û wiha pê de çû: "Hem xwendekarên zanîngê û hem jî kesên ne xwendekar dikarin werin beşdarî dersên me bibin. Deriyê me li her kesî vekiriye." Subaşi bi gotinên li jêr bal kişand ser tehlûkeya asîmîlasyonê jî: "Niha em zimanê xwe hîn nebin wê demê bi tenê zihniyeta me kurd dimîne. Zimanê me jî dibe tirkî, dawiya vê jî vegera ser tirkbûnê ye. Ev jî tehlûkeyeke mezin e ji bo ciwanên Kurd."
'Li zanîngehê dersên Kurdî'
Xwendekarê zanista siyasetê û têkiliyên navneteweyî Zozan Yaşar a ku dersa Kurmancî dide, anî ziman ku li zanîngehê gelek Kurd hene lê dersên ku li ser Kurd û Kurdistanê tinene û wiha peyivî: "Ji ber vê yekê ev ders ji bo me gelekî girîng e. Niha cara yekem e em li nava zanîngehê dersa kurdî didin. Di nav xwendekarên me de tirk, alman, fars jî hene. Ev jî ji bo me serbilindiyeke mezin e."
Yaşar jî bal kişand ser siyaseta pişaftin û qirkirna zimanî û çandî û weha peyivî: "Pişaftin li ser çanda Kurd gelekî zêde ye, divê em ciwanên Kurd baş bixebitin û çanda xwe zindî bihêlin. Ermanca me ew e ku em xwe bigihînin wan kesan ku bi kurdî naaxivin."
´Xwedî li çanda xwe derkevin´
Yaşar bang li ciwanên kurd kir da ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û wiha dewam kir: "Di nava zanîngehê de gelek ciwan hene. Ji Kurdistanê tên Tirkiyeyê berê xwe ji çand û zimanê xwe dizîvirînin. Em bang li wan dikin, bila haya wan ji çand û zimanê wan hebe. Bila ew jî werin beşdarî vê dersê bibin. Bila keda wan jî di nav zimanê wan de hebe." Yaşar diyar kir ku ew dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê polîtîkayê jî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ders polîtîka û hunerê bi taybetî polîtîka çawa dimeşe, an çima îro Kurdî nabe zimanê polîtîkayê, an jî ji bo hunerê çima pir nayê bikaranîn ev pirsgirêkeke mezin e. Ji bo vê jî divê em pêşî dest bi hînbûna kurdî bikin. Dema em dest bi hînbûna kurdî bikin, îro em xwendekarên siyasetê ji hêla polîtîkayê ve bi kurdî baştir dikarin siyasetê bikin. Heke em zimanê xwe baş neaxivin em nikarin di warê Kurdî û kurdayetiyê de polîtîkayeke baş bidin meşandin û xwe bi pêş bixin."
'Doç. Dr. Kivilcim hînî kurdî dibê'
Hîndekarê Fakulteya Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Zeynep Kivilcim jî weke xwendekarekê beşdarî dersên kurdî dibe û dixwaze hînî kurdî bibe. Kivilcim destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide xebatên xwendekaran û wiha axivî: "Ji ber ku ez dixwazim hînî Kurdî bibim ez piştgiriyê didim vê dersê." Kivilcim behs kir ka çima dixwaze hînî Kurdî: "Xwendekarên mîn û hevalên mîn ên kurd hene. Ji bo ku ez karibim bi wan re bi zimanê wan biaxivim hînî kurdî dibim. Ji ber ku em her car bi zimane min diaxivin, ez dixwazim bi zimanê wan jî bi wan re biaxivim. Heke ez Kurdiya xwe bi pêş bixim û werim asteke ku pirtûkan bixwînim wê pir baş bibe."
DÎHA / STENBOL