
Di berdewama encamnameyê dê wiha hat gotin: "Em baş dizanin ku 27'ê mijdara 1978'an bû mîlada jiyaneke nû. Ewroj tîra azadiya gelê Kurd ji kevanê derket û ji bo ku bigihîje hedefa xwe jî diçe û teqez dê bigihîje hedefa xwe. Lê belê gihaştinatîrê ya hedefê di destê pêşengû rêveberên ku têkoşînê birê ve di bin de ye. Divê her kes bivê helwest û nêzîkatiyê tev bigere."
Bilindkirina têkoşînê
Di dirêjahiya encamnameyê dê wiha berdewam kir: "Divê têkoşîna 35 salan de sala 2012'an bû saleke tacîdarkirina serkeftinê. Beranberî guherîn û pêkhatinên rojhilata navîn, rêberê gele Kurd di Newroza 2012'an de bi manîfestoya ku di rojhilata navîn û hemû cîhanê de bi bêbingeha aştî, azadî û wekheviya hemûgelan, da destpêkirin. Li hemberî vê manîsfestoya aştiyê tu tiştên ku mêtinger û dagirker bibêjin hikûmeta Tirkiyeyê ku bidestê AKP'ê ji dil be jîne çarma ku bi Rêberê gele Kurd re dest bihevdîtin û muzakereyanbike. Bi daxwaza Rêberê gelê Kurd gêrîlayan şer rawestand û dest bimeşa azadiyê kir û gêrîla derketin derveyî sînor. Dîsa bi têkoşîn û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurda 35 salan din nava Kurdên parçeyên din de jî ruhê têkoşîn û berxwedanê gihand asta herî jor. Şoreşa Rojava berhema ruhê paradîgmayê ye. Şoreşa Rojava, zelalbûna dîroka Konferansa Neteweyî baweriya yekîtî û azadiya gelê Kurd derxist asta herî jor. Konferansa me bi tevlîbûna 200 delege û bişiyara " Azadiya Zimên di Çareseriya Neteweya Demokratîk de ye" divê pêvajoyê de hat li darxistin. Delegasyona konferansê ev pêvajo bi coşeke mezin pêşwazî kir.”
Encamnameya TZPKurdî
Di konferansê de biryar û niqaşên hatin girtin wiha ne:
- TZPKurdî perwerdehiya zimanê zikmakî wek mafekî jêneger dibîne û nake mijara tu nîqaşê. Li ser vê esasê axaftina serokwezîrê tirk bi tundî şermezar dike.
- Delegasyona konferansê konferansa neteweyî ya ku dê li Hewlêrê pêk bê silav dike.
- Di pêngava rizgariya demokratîk de ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bê qebûlkirin hemû sazî û dezgehên divê di nava gelê me de bi ruhekî seferberiyê tev bigerin da ku ji pêvajoyê re bibin bersiv.
- Delegasyona me ji ber şer û pevçûnên ku di nava gel de bi kuştin û birîndarkirinan bi encam dibe xemgîniya xwe tîne ziman.
- Delegasyona me helwesta durû ya dewletên ewropayê ku di derbarê çapemeniya Kurd de nîşan dide şermezar dike.
- Di warê xebatên Kurdî de hemû sazî û dezgehên me berpirsiyar in, divê hemû sazî xwedî bername bin, delegasyona me bi hişyariyekê vê berpirsiyariyê ji wan re radigihîne.
- TZPKurdî berxwedan û şoreşa rojava ji bo azadiya Kurdistanê wek pêngava herî girîng dibîne û ji bo perwerdehiya rojava xwe berpirsiyar dibîne û dikeve nava amadekariyan.
- TZPKurdî ji bo perwerdehiya Kurdî divê hemû sazî û dezgehên Kurdî re nîqaşan bike û modeleke nû amade bike.
- Divê TZPKurdî hemû kar û barên xwe li gorî bernameyekê bimeşîne.
- TZPKurdî bi taybetî dê ji bo perwerhiya zarokan kar û baran bimeşîne, bi taybetî ji bo televîzyona zarokan dê di nava hewldanê de be.
- TZPKurdî ji bo perwerdehiya astengdaran dê xebatan bimeşîne.
- Di hîndariya zimên de dê ji xeynî rêzimanê dersên dîrok, wêje, erdnîgarî û çandê jî bên dayîn
- Divê TZPKurdî di warê hîndariya zimên de materyalên cuda û kêrhatî amade bike.
- Sazî, dezgeh, rêveber û siyasetmedarên me divê hemû kar û barên xwe bi zimanê xwe bikin.
- Ji bo xitimandina pergalê, divê hemû gelê me di hemû saziyên fermî û ne fermî de zimanê dayikê bi kar bîne. ji bo vê yekê di serî de delegasyon û hemû sazî dezgehên me li hemberî pêkhatina vê biryarê berpirsiyar in.
- Divê di hemû dibistanan de xwendekar bersivên mamosteyan bi Kurdî bidin û mamoste jî di dibistanan de bi awayekî eşkera bi Kurdî biaxivin.
- Her hefte di heman saetê de li her navçe û bajarî ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê rêzeçalakî bên lidarxistin.
- Di 16'ê îlonê de li her derê li gorî derfetan meş û daxwiyanî bên lidarxistin.
- TZPKurdî û hemû saziyên me di hemû xebatên xwe de du zaravayan bi kar bînin, ji bo zaravaya kirmanckî cudahiya pozîtîf li ber çavan bê girtin.
- Sazî û dezgehên ku li gorî feraseta dewletê li ser zimanê Kurdî kar û xebatê dikin ji aliyê delegasyonê ve hatin redkirin û divê hemû sazî û dezgehên me li gorî vê biryarê tev bigerin.
- Divê di bin banê hemû şaredariyên me de pêşdibistan bên damezrandin.
- Kesên ku di hilbijartinan de ji bo rêveberî û parlementeriyê dibin berendam divê teqez bi zimanê Kurdî bizanin.
- Di hemû şaredariyên me de ji serokşaredar heta xebatkaran di danûstandinên rojane de zimanê dayikê bi kar bînin û hemû şaredariyên me xebatên xwe bikin du zimanî û bi her awayî piştgiriya xebatên di derbarê zimên de bikin.
- Divê hemû kar û xebatên TZPKurdî ne bi feraseta piştgiriya jinê, bi feraseta pêşîvekirina li xebatên jinê bên meşandin.
- Delegasyonê konferansê, konferansê diyarî 3 jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê hatin qetilkirin û Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes û hemû Şehîdên Kurdistanê dike.
Zimanê Erdogan ne yê aştiyê ye
Endamê TZPKurdî, berpirsê Enstutiya Kurdî ya Amedê û nivîskarê rojnameya me Feratê Dengizî ku tevli ‘4'emîn Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî’ bû anî ziman ku civakek li benda aştî û aramiyêye û wiha got: “Di aştiyê û aramiye de divê hevnaskirin hebe. Ji bo pêvajoya aşiti û demokrasiyê xwe derkirina siyaseta demokratîk divê rastî bên dîtin. Ev 80'ê sal in, zimanê û hebûna gelê Kurd înkar dikin. Di virde niyetek xirap heye. Mademkî pêvajoya aştî û siyeseta demokratîk des pê kiriye, divê înkar rabe. Hikumet dibêje me înkar rakiriye. Me Kurdî serbest kiriye, di dibistanan de dersên hilbijartî yên Kurdî dane vekirin, vana ji bo gelekî têrê nake. Ji bo rastî pêk were divê înkar ji holê rabe.”
Dengizî, da zanîn ku divê perwerdeya seretayî ya mecburî û bê pere bi hemû zaravayan were dayîn û wiha axivî: “Di perwerdehiya mîllî de xalek heye dibêje perwerdeya seretayî mecburî û bê pereye lê bi zimanê tirkî tenê. Divê ev xal bêguhertin, perwerdeya seretayî mecburî û bê pere lê divê ji bo hemû zimanên ser xaka Anadulu û Mezopotamyayê re û bi tevahî zaravayan bê dayîn.”
Dengizî, destnîşan kir ku Serokwezîrê tirkiyê dibêje di projeya mede perwerdeya zimanê Kurdî nîne û ev tişt got: “Serokwezîr dibêje di projeya mede perwerdeya bi zimanê zikmakî yan jî bi zimanê dayîkê nîne. Me di zanîngehande wek dersa hilbijartî 2 saet heye. Telefizyon vekirine, vana têrê nakin. Heke henek dixwazin pirsgirêka ku îro dibe sedema şer ji holê rabe, divê wiha lê neyê nêrîn ev nêrîn qelse, ev nêrîn xetereye û aştiyê pek nayîne.”
DÎHA/AMED