Egîd Firat ji bo Şa Performansê dibêje, prensîpa wan a sereke hilberandina berhemên bi Kurdî ye. Li gorî wî divê li Izmîrê jî huner bêhtir bi Kurdî bê kirin û li gorî nifûsa wê, hunerê Kurdî ji Izmîrê kêm e.
DÎLAN KARACADAG
Şa Performans a ku weke navendeke çandê şanoya Kurdî ya alternatîf dike, wê şanoya ku ji kurteçîroka Franz Kafkayî ya bi navê “Ji akademiyê re raporek” bi heman navî hatiye adaptekirin, li Izmîrê jî nîşan bide. Li Izmîrê Kurd gelek in, lê hunerê bi Kurdî kêm e, li gorî Egîd Firat ji Şa Performansê. Ji ber wê jî ew dibêje, “Qedr û qîmetê lîstika li izmîrê ji bo me wê xas û taybet be.”
Şa Performans navendeke çandê ye ku li ber zexta li dijî huner û qirkirina çandî bi şanoya bi Kurdî li berxwe dide, li ber wê siyasetê radibe. Şa Performans sala 2018ʼan hat damezrandin û ji bo ku karibe şanoya bi Kurdî dewam bike, di nava şertên zehmet de gelekî hewl dide. Kurteçîroka Franz Kafkayî ya bi navê “Ji akademiyê re raporek” ya ku Şa Performansê bi heman navî adapte kir, niha li ser rêya Izmîrê ye. Lîstika bi derhêneriya Tuncay Ozel, wê 4ʼê Sibatê li Navvenda Çandê ya Nazim Hikmet a Izmîrê bi lîstikvaniya wî bê nîşandan.
Egîd Firat ê ji Şa Performansê, dibêje, hunerê alternatîf êdî pirr kêm bûye û wiha dewam dike: “Em hizrên xwe û rexneyên xwe, hewl didin bi rêya şanoyê bigihînin xelkê û jê re rave bikin û ji vê pratîka xwe re em dibêjin, sahneya alternatîf.”
Bi Kurdî şanoyê dewam dikin
Egîd Firat bi girîngî îşaret bi wê yekê dike ku prensîpa wan a sereke hilberandina berhemên bi Kurdî ye. Ew bi bîr dixe ku Şa Performans saziyeke xweser e ku li Stenbolê karê xwe sed ji sedî bi Kurdî dike û bi pirranî jî şanoyê dike. Wî got, çend mehên dawî ji ber pirsgirêkên madî, ew di dawiyê de neçar mane mekanê xwe bigirin, lê dev ji karê xwe jî wan bernedaye: “Lê belê piştî girtinê bi çend hefteyan, bi peymanekê di bin banê ‘Konektiva’ de dîsa bi navê xwe Şa Performansê em hunerê xwe yê şanoyê dewam dikin.”
Egîd Firat dibêje, zehmetiyên madî pirr in, li şanoya wan tevî vê jî hewl dide karibe dewam bike: “Nivîskarê şanoyê yê beriya mîladê di salên 400´î de jiyaye Aristophanes, di nava komedyayê de bi qedr û qîmetê wî tê zanîn; ew dibêje, ‘Huner bide dûv nanî, wê xwe nizm bike.’ Helbet her tişta ku em li dora madiyat û berjewendiyan bigerînin û bikin, ileh wê şikestê bixwe; lê belê, heger em realîst bin, divê em qebûl bikin, hunermendekî çi hunerî dibe bila bibe, da ku qet nebe di nava sîstema heyî de karibe şert û mercên jiyanê îdare bike û di şertên baştir de huner hilberîne yan jî performansa xwe nîşan bide, divê ew hunermend mutleq bi wî hunerî karibe debara xwe bike.”
Elaqeya ciwanên Kurd divê zêde bibe
Egîd Firat ji me re dibêje, pirraniya temaşevanên şanoya wan, ciwanên Kurd in û helwêsta ciwanan a beramberî huner jî wiha şirove dike: “Ciwanên Kurd divê ne tenê bi qedrê şanoyê zanibin, lê bi qedr û qîmetê hemû çalakiyên hunerî û wêjeyî zanibin, wan di ser yên din re bigirin; ji ber ku huner û wêje şaneyên avakirina civakekê ne. Xisleta herî muhim a Şanoyê ya ku wê ji hunerên din cihê dike, ew e ku dikare empatiyê bi temaşeker re çêke, bi vê re elaqedar jî ew şiyana xistina berlêpirsînê jî zêde dibe. Esas, şano jiyan bi xwe ye. Dikenîne, digirîne û dike ku mirov tiştan bixe ber lêpirsînê. Û ez jê piştrast im, mirovekê wexta xwe ji şanoyê re veqetîne, xwe jî bi qîmet hîs dike, yanî şano welê hinekî psîkolog e jî ji bo temaşekeran.”
Kurdî li Izmîrê şert e
Egîd Firat behsa lazimbûna Kurdî li Izmîrê dike û dibêje, “Ev qederê du mehan e ku ez li Izmîrê dimînin û ez dikarim bibêjim, Kurd li vir gelek in, lê ji bilî çend konserên taybet û sohbetên bi nivîskaran re, çalakiyên hunerî yên bi Kurdî bi qasî ku mirov bibêje nînin, kêm in. Ji ber wê jî qedr û qîmetê lîstika li Izmîrê ji bo me wê xas û taybet be.”
Egîd Firat di dawiyê de jî bang li Kurdên li Izmîrê kir, 4´ê Sibatê li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet a Izmîrê li lîstika “Ji Akademiyê Re Raporek” temaşe bikin. Lîstik wê 8´ê Sibatê li Enqerê li Kizilay Babylonê bê nîşandan.