FAHRETTÎN KILIÇ/AYŞE SURME / MA/AMED

Beşdarên Komxebata Yekê ya Tora (Tevna) Ziman û Çandan, destnîşan dikin ku divê her pîşeyek ji aliyê xwe ve ji bo Kurdî tiştekî bike û Tora Ziman û Çandan siberojê de bibe tovek ji bo sererastkirina çand, huner, wênesaziyê û hemû beşên hunerê yên din.

Tora Ziman û Çandan, bi armanca nexşerêya xwe diyar bike, li Sûra Amedê li Demîr Otelê Komxebata 1’ê ya Ziman û Çandan, da destpêkirin. Nivîskar, akademîsyen, hîndekar, weşanger, karsaz, saziyên jinan, zarokan, û çand û huner jî di navê de qederê 300 kesî tev li komxebatê bûn.

Ji beşdarên komxebatê, edîtorê serwîsa Kurdî ya Bîanetê Murat Bayram diyar kir ku xebata çand û ziman ne tenê xema torê ye û got, “Xema hemû kesên beşdaran e. Ji bo nimûne, ez li maseya ragihandinê me. Em li maseya ragihandinê behsa kêşeyên Kurdan dikin. Bi giştî dema ku em diaxivin, her rojnamevan behs dike ku êdî cihê Kurdî yê di nava civakê de kêm bûye, divê her pîşeyek ji aliyê xwe ve ji bo Kurdî tiştekî bike. Êdî Kurdî ne tenê yek ji zimanên kolanê be, divê ji bo nimûne minaqeşe bê kirin di ragihandinê de, ka divê Kurdî çawa be, kîjan kêşeyên me hene? Çareserî çi ye? Divê em beş bi beş lê hûr bibin û bipirsin û bersiva wê bidin.

 ‘Xebateke pîroz e’

Ji beşdaran, hunermend Jan Axîn jî got: “Ji me re hêviyek çêbû. Dibe ku di siberojê de ev bibe tovek ji bo sererastkirina çandê, huner, wênesaziyê û hemû beşên huner. Ev xebat, xebateke pîroz e.

Kesên ku huner û nivîsa Kurdî baş nakin, divê ew mirov bi nermî bên hişyarkirin. Çi qas ziman rast bibe, ew qasî jî wê şîrîn bibe û vîzyona wî jî rastir bibe. Nifşên nû jî wê bêhtir bixwazin zimanê Kurdî bişopînin.

Kesên ji ruhê Kurdî dûr in û muzîka Kurdî baş bi kar naînin û qirêj dikin, divê populîzma van mirovan ji aliyê çapemeniyê ve bê kêmkirin. Her kesê ku bi ruhê Kurdî re, bi cîhana Kurdî re samîmî be û xwe diêşîne, divê rê jê re bê vekirin ew jî li ser organîzasyonan e.”