Turgut got, wan amadekariyên xwe temam kirine, piştî kongreya xwe ya payîza bihurî weke Kurdische FC Giessen e.V. ew fermî bûne komeleyeke sporê. Turgut dibêje, halê hazir qederê 20 lîstikvanên wan hene û li benda bersiva rayedarên lîga wilayetê (Kreisliga) ne ku destûra tevlîbûna lîgê ji wan re were. Destûra behsa wê kirî wê dawiya meha Gulanê were dayîn û bi vî awayî wê tîma Kurdische FC Giessen jî di sezona ku wê Tebaxê destpê bike karibe bilîze.
Turgut dide zanîn ku wan heta niha du sponsor peydarkirine û pêdiviyên forme yên klûbê dabînkirine û bi vî awayî tîma wan a futbolê wê li mala bi formeyekî û li deplasmanê bi formeyekî din derkeve maçan. Weke cihê antremanan jî şaredariya Giessenê saheyek ji bo rojên antremanê texsîsî klûba futbolê kiriye. Ji bo kêmkirina barê fînansê jî kom li benda erêkirina daxwaza sponsoriyê ue ji fîrmeyeke mezin a mobîlyayan.
Ji bo lîstikvanan bang
Şerefxan Turgut ê ku di birêveberiya klubê de cihê xwe digire dibêje bi armanca xurtkirina zemînê tîma xwe ya futbolê wan kampanyaya endametiyê daye destpêkirin û vekirîne li alîkariyên madî jî. Lê belê banga wî ya sereke li lîstikvanan e: di serî de Kurd û penaber em dixwazin lîstikvan werin û bibin endamê klûba me, bi vî awayî em dikarin ji yekê bêhtir tîman jî ava bikin. Em ne bi tenê li Kurdan li her kesî vekirîne.”
Klubê ev demeke antremanên xwe dane destpêkirin û ji destpêka Nîsanê û pê ve ev antreman û amadekariyên ji bo Kreisliga jî wê bi rêk û pêk bibin. Bi rêya komeleya Kurdan a li Giessenê a bi navê Navenda Çanda Mezopotamyayê têkilî dikare bi klubê re were danîn, cih û dema antremanan were fêr bûn.
GÎESSEN