Li Taxa Esemkûlû ya Rihayê, xebatgeh, gor û cihên şên yên ji dema Romayê mayî, hêdî hêdî tine dibin.
Avahiyên dîrokî yên ji Taxa Esemkûlû dest pê dikin û heta sînorê Herêma Sanayiya Organîze ya Rihayê diçin, di encama baranê û karê defînegeran de derketibûn holê, lê belê bala saziyên xweza û dîrokê nakişînin.
Dîrokzanên huner û arkeologên ku wêneyên aîdî van avahiyên dîrokî lêkoliyan, diyar kirin ku Beriya Mîladê ji dema Romayê mane. Fabrîkaya şerbabê, devera şên a kevn û goristanên heyî ji aliyê defînegeran ve tên kolan. Ji şêniyên taxê, ku lêkolîn kirine, Enver Çoban da zanîn ku di hewzeya 30 kîlometreyî de du deverên şên yên binerd û serd hene, xebatgeh ji bo ava tirî hatine bikaranîn û lewma wekî fabrîkaya şerabê hatiye binavkirin. Çoban, diyar kir ku di heman xebatgehan de zeyt jî hatiye çêkirin.
Haya dewletê nîne ji 7 hezar û pêncsed salan
Çoban got, li hewzeyê qederê 300 gorên ji dema Romayê hene, girê li taxê girekî gelekî mezin e û xwedî rabihuriyeke 7 hezar û 500 salî ye. Tê diyarkirin ku li van deran beriya qirrkirinê Ermenî diman. Ji bilî vê, li taxê avahiyên dîrokî yên bi navê Xarabe, Saqultan, Şikeftên Barutçiyan, Kevrî Sînik, Çiyayê Qeşmer, Duzê Golê, Millikan, Kuştiyan û gelekê din hene û haya saziyên xweza û dîrokê yên dewleta Tirk ji wan nîne.
MA/RIHA