Duh bi minasebeta 18ʹemîn salvegera komloya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan û cîhanê çalakiyên girseyî pêk hatin. Li bajarên Kurdistan û Bakurê Sûriyê; Qamişlo, Mexmûr, Kobanî, Hewlêr,  Binarê Bemû, Amûdê xwepeşandan hatin lidarxistin. Li gelek deveran Kurdistanî neçûn ser kar, li Rojava hemû sazî û dezgehên heyî deriyên xwe venekirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî ciwanên meşvan rastî zexta asayîşa PDK’ê hatin û asayîşa PDK’ê 4  ciwan binçavkirin

Li Qamişlo kolan hejiyan

Ev demek dirêje ku li bajarê Qamişlo meşên bi girseyî nehatin lidarxistin, lewma meşa duh ku bi beşdarbûna hezaran kesî hate lidarxistin, gelek rengîn bû. Ciwanan bi diruşmeyên xwe kolanên Qamişlo dihejandin, jin bi cilên xwe yê neteweyî xemilên û reng dan meşa bi hêrs. Dayîkan bi dijûn û nifirên ku li dijî komplogeran beriz dikirin. Kesên bi temen ku pêtên yekem ên şoreşê bi ciwantiya wan re derbas kir û îroj di neviyên wan de didome, destê hev girtinbûn û dimeşiyan.

Li Mexmûr jiyan sekinî

Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) komploya 15’ê Sibatê bi meşekî girseyî şermezar kirin. Bi hezaran kes ku duh bi minasebeta komploya 15’ê Sibatê bi rojî bûn û şêniyên Wargehê dikan venekirin, erebe neşixulandin û neçûn ser kar îro sibehê  bi alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan alên PKK, KCK, KJK,HPG û bi pankartên bi nivîsa ‘Bimre komploya 15’ê Sibatê’, ‘Bi Tolhildana Şoreşgerî, Parçe bike dagirkerî, Azad bike Rêbertî’ û ‘kesek nikare roja me tarî bike’  hatin hildan, tim tim dirûşmên  ‘Bîjî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’qêr kirin bi meşeki girseyî  liber şaredariya  Wargehê heya qada Newrozê  meşiyan.  Meşa ku heya  qada Newrozê berdewam kir li wir bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

 Gelê Kurd nefetisî

Daxuyanî ya ku ji aliyê Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Gelê Wargeha Mexmûrê Hecî Kaçan ve hat dayîn wiha hat gotin; “Îro ji bo Kurdan roja reşe, Kurd îro xemgîn in ji bo ku Rêberê wan di sala 1999’an de îro li Kenya hat girtin û radestî Tirkiyê hat kirin. Gelek dewletên komploger ji bo Rêberê me bigirin komployek wisa mezin û berfireh çêkirin. Di encamê de Rêberê me girtin û radestî Tirkiyê kirin. Gotin belkî wê bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd bifetisînin. Lê belê çênebû ne karîn Rêber Apo dîl bigirin, ne jî karîn gelê Kurd bifetisînin. Ev komplo negihişt armanca xwe û zêdetir Rêberê me, Gelê Kurd bi hêztir dibe.”

 Rêya teslîmbûnê bigirin

Komîteya girtiyên siyasî ya PJAK’ê di  berdewama daxuyaniya xwede ji bo  şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê bang li hemû azadixwazên civaka Kurdistanê û Îranê  kir ku piştevaniya xwe ya ji bo  Ocalan vê Komploya qirêj  ya di dîrokê de vale derxin û wiha hat gotin: “Ji ber ku dikare bi nêzîkatiyek berxwedêrane kelhên dijmin biruxîne. Em bang li hemû çalakavanên sivîl û girtiyên siyasî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin ku li ser bingeha berxwedana ku ji Rêber Apo hatî wergirtin li dijî dijmên demokrasî azadiyê,  îradeya rasteqîn ya azadîxwaziyê nîşanî her kesî bide.”

 Divê em Ocalan rizgar bikin

Bivê boneya roja Reş ciwanên Binarê Bemû ya Xeneqîna ser bi parêzgeha Diyala yê ciwanan bi komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin. Her wiha ciwanan ji hemû rêxistinên civaka sivîl û welatparêz xwest ku ji bo azadiya rêberê neteweya xwe xwedî li Ocalan derkevin.

Ciwanê bi navê Peroş Mihemed got: “Ev şoreş û fikrê ku Abdullah Ocalan  pêşxistî, ne tenê di zîndanê de têk çû, di heman demê de berovajî roj li pey rojê pêşket. Vê komployê rê li proje û fikrê Ocalan negirt. Fikir û ramanê wî zêdetir pêşket. Heya niha ew fikrê Ocalan li ber destê netewa Kurd û cihanê ye, ji bo xwe ji êrîş  astengiyên dagirkeran rizgar bikin.”

Ciwanekî din ê bi navê Qasim Mihemed anî ziman ku armanca welatên dagirker ew bû ku bi girtina Ocalan  û radestkirina Tirkiyê, doza Kurd li Bakur û parçeyên din yên Kurdistanê têk bibin, lê ev plana wan ser neket û hilweşiya.

Her wiha ciwanek din bi navê Bemû Mihemed ji axivî û got: “Ez bang li hemû gelê me dikim ku xwedî li rêberê xwe derbikeve û ji dil û can ji bo azadkirina Rêber Ocalan tekoşîn bike. Çawa ku Rêber Ocalan ji bo azadiya gelê xwe zîndan hilbijart. Niha ji erkê me ye ku em xwedî li rêberê xwe derkevin.”

 Emê li ser fikrên Ocalan bin

Endama Rêvber a Kongereya Star Minewer Xalid  ku li Amûdê beşdarî çalakiya girava birçîbûnê bûye komplo şermezar kir û got ku armanca komployê têkbirina îradeya gelê Kurd e û destnîşan kir ku bi saya fikrê Ocalan gelên bidest azadiya xwe bi dest dixin.

Jina bi navê Cîhan Ehemed ku tevlî çalakiya girava birçîbûnê bûye jî got: ʺRoja komployê rojeke reş ji hemû gelê Rojhilata Navîn re ye. Em soz didin ku em ê heta dawî li ser fikirê Ocalan tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê mezin bikin.ʺ

Jina bi navê Emşa Şêxmûs (57) got ku armanca komployê ew e ku fikrê demokratîk ku Ocalan nûnertiya wê bike tune bike û wiha got: ʺOcalan bi fikrê xwe bala hemû cîhanê kişand ser xwe.ʺ