Cenazeyên endamên YPS'ê Dogan Çaliş (Ava Zer) û Abbas Gullubahçe yên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin li Bêdlîsê bi merasîmên girseyî hatin definkirin.
Malbatan cenazeyên Çaliş û Gullubahçe ji Saziya Tipa Edlî ya Deriyê Sînorê Xabûrê wergirtin û anîn Bêdlîsê. Cenazeyê Dogan Çaliş li gundê Qesrikê yê Bêdlîsê bi merasîmeke girseyî hat definkirin.
Malbata Çaliş, rêveberên DBP'ê, hevşaredar û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Xizmê Çaliş Hasan Akça, rexne li xwe girtin û got, ew nebûn bersiva qîrîna zarokên xwe û wezîfeya xwe pêk nanîn. Çaliş, ji Dogan Çaliş xwest wan efû bike û got: "Îro bi hezaran dayik û bavê te hene. Em ê di rêya te de bimeşin."
Malbata Çaliş wê 3 rojan mala sersaxiyê deyne û ziyaretan qebûl bike. Cenazeyê Abbas Gullubahçe jî li gundê Parsîng ê Motyika Bêdlîsê bi merasîmeke girseyî hat definkirin.
Cizîrê Edînê xwe veşart
Li navçeya Şirnexê Cizîrê, piştî dorpêçkirina hêzên dewletê di nava rojê de bi dawî bû, pêr cenazeyê Salip Edîn li taxa Cudî di sindoqê de hatibû dîtin. Piştî otopsiya Saziya Tipa Edlî cenazeyê Sahîp Edîn, ji Saziya Tipa Edlî ya Deriyê Sînor ê Xabûrê hat wergirtin. Maşîna cenaze demeke dirêj li deriyê Cizîrê hat rawestandin û çekdarên dewleta Tirk di maşîneyê de lêgerîn pêk anî. Piştî ku malbatê nerazîbûn nîşanî polîsan da, polîsan cenaze berda. Malbatê cenazeyê Edin li Goristana Asrî ya Cizîrê bi girseyî defin kir. Dema malbatê cenaze defin kir, polîs û eskerên Tirk dor li goristanê girtibû.
BEDLÎS / ŞIRNEX