Li gorî bernameyê, rêzeçalakî wê di bin navê “civînên gel”, “meş” û “mitîng” de, bi 3 awayan bêne lidarxistin.
Çalakiyê ku dê bi dirûşmeya “Kurdistan yeke parçe neke” werin lidarxistin, dê li tevahiya bajarên herêma Cizîrê pêk werin.
Plansaziya çalakiyan
Ji bilî çalakiyên bajaran, wê xwepêşandan û mitîngên navendî jî bêne organîzekirin. Bernameya van mitîng û xwepêşandanan wiha ye:
1- Herêma Dêrik-Koçerat û Girkê Legê wê di 1’ê Gulanê de starta xwepêşandanê bide.
2- Di 4’ê Gulanê de wê li Hesekê mitîng bê lidarxistin
3- Di 7’ê Gulanê de wê li Dirbêsiyê mitîng bê lidarxistin. Welatiyên Amûdê û Tiltemir jî dê beşdarî mitîngê bibin.
4- Di 10’ê Gulanê de wê li Qamişlo bi tevlîbûna welatiyên li Tirbespiyê jî mitînga fînalê bê lidarxistin.
Komên û hunermendên herêmê, her wiha mêvan û siyasetmedarên taybet jî wê tevlî mitîngan bibin.
Belgeya hevkariya kirêt
Hêjayî gotinê Rojnameya Hawlatî di hejmara xwe ya duh de nûçeyek bi manşeta “Li gor belgenameyeke veşartî ya wezareta derve ya Tirkiyê ji bo balyozxaneya welatê xwe ya li Hewlêrê: PDK û MÎT li ser kolandina xendekan rêkeftine” belav kiribû. Di despêka nûçeyê de wiha hatibû gotin: “Tirkiye wê ji bo bihêzkirina PDK’ê ya li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê kar bike. Ev jî li gor belgenameyeke veşartî ya wezareta derve ya Tirkiyê ye ku di nav de rêkeftina MÎT û PDK’ê ya li ser kolandina xendekan navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de berdewam bin.”
Projeya xendekên ku desthilatdariya PDK’ê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê koland û dirêjiya wan xendekan 20 km ye, di 22'ê Nîsanê de bi dawî bûn. Bi armanca protesto kirina xendekan di roja 16’ê Nîsanê de li ser xeta sînor konên nobedê hatin vedan û çalakiya nobedê 6 rojan dewam kir.
Li gelemperiya Kurdistan û derveyî welat jî, Kurdan nerazîbûneke tund nîşanî van xendekan dan û hînê şermezar dikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina roja Şemiyê ya bi heyeta BDP-HDP'ê re diyar kiribû ku kolandina xendekan bi kêrî kesî nayê û destnîşan kiribû ku kolandina xendekan ji bilî rezîlkirina xwediyê xendekan, tiştekî din bi xwe re nîne.
HESEKÊ