Albumên Muzîka Dinyayê (World Music Albums) di dawiya salên 1980´yî de gelekî belav bûn. Lê albumek heye ku sala 1979´an li Elmanyayê derçû û encama rêwîtiyeke 1978´an e; ha ev album hêja ye ku em li vir behsa wê bikin. Album bi navê Embryo´s Reise (Rêwîtiya Embryoyê) belav bû û navê koma album amade kirî jî çawa mirov ji navê albûmê jî tê derdixe, Embryo ye. Kom ji Elmanyayê berê xwe dide heta bi Hindistanê, di ser Kurdistan, Îran, Efxanistan û Pakistanê re. Yek ji parçeyên di albuma înstrumental de jî Kurdistan e. Komê di dema rêwîtiya xwe de parçeyên xwe yên muzîkî yên înstrumental amade dike, li wan dixe û wan qeyd dike. Di nava her parçeyî de jî muzîkvanên herêmî û  înstrumanên wan jî hene.

Di Kurdistana vê albûmê de em jazz-rockeke serketî dibihîsin ku kariye dengê kemaçeyê, teblik, tembûr û ûdê, tevî dengê amûrên mîna bas guitar, elektro gîtar û orgê yên rockê bi hunandina rîtmeke jazz-Kurdî bîne cem hev.

Axir, Michael Wehmeyer li org, piyano, harmoniyum xistiye, Uve Muellrich li bass gîtarê, gîtar, ûd, tembûrê xistiye, Edgar Hofmann li keman û kemançê, saksofona soprano, flute, dilruba xistiye, wekî din Remigius Drexler jî li gîtarê xistiye.

Kom sala 1969´an li bajarê Elmanyayê Muenchenê hatiye damezrandin ji aliyê Christian Burchard (ê ku îsal wefat kir), Edgar Hofmann û Lothar Meid (ê 2015´an wefat kirî). Kom îro jî heye û heta îro 400 muzîkjenên ji seranserê dinyayê tê de bi rengekî cih girtiye û kom ji ber vê jî xwe weke kolektîfekê dibîne. Koma ku weke projeyekê bi rê ve diçe, piştî mirina Christian Burchhard ê ku pirramurjen bû, niha bi rêveberiya keça wî Marja Burchard rêwîtiya xwe dewam dike. 

 

FRANKFURT