Doh li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi maşêneke bombebarkirî êrişek li dijî sivîlan pêk hat. Li gorî Konseya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê di êrişê de 35 welatiyan jiyana xwe ji dest da û bêhtirî 150 welatiyan jî birîndar bûn. Kordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava jî ji ber êrişê sê rojan şîn ragihand.

Êrişa doh, danî sibê saet 09.25’an li ser rêya Amûdê pêk hat û li gorî şahidên bûyerê, kamyoneke barkêşiya pez a vala û bombebarkirî hatiye teqandin. 


Xebatên rizgarkirinê didomin

Li ser mijarê, doh piştî nîvrojê, cîgirê serokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, Silêman Ehmed diyar kir ku hejmara “şehîd û birîndarên êrişên hovane” yên Qamişlo bi temamî zelal nebûye, lê heta niha 34 cenaze û 143 birîndar rakirine nexweşxaneyan. Piştî vê daxuyaniyê Hevserokatiya Konseya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, hejmara fermî a heta hingî weke “35 şehîd” û “bêhtirî 150 birîndarî” eşkere kir. Konseyê wekî din da zanîn ku di bin xirbeyên avahiyên li cihê êrişê hîna mirov hene û tirs û fikarên wan hene ku hejmara welatiyên jiyana xwe jidestdayî û birîndarbûyî zêde bibe.

 

‘Êrîş li hemberî sivîlan bû’

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava jî derbarê bûyerê de da xuyakirin ku êrişa xwekujî, bi wesayîteke bombebarkirî hatiye kirin û di vê êrişê de yekser sivîl hedef hatine girtin. Di daxuyaniyê de wekî din hat gotin, dema êriş hat pêkanîn, gelek sivîl jî li cihê vê êrişê bûn. Daxiyanî weha bi dawî bû “Weke Hêzên Asayîşa Rojava, em sersaxiyê ji şêniyên berxwedêr ên Qamişloyê re dixwazin û careke din sond dixwin, ku em ê tola şehîdan hilînin.”


Li Rojava 3 roj şîn hat ragihandin

Li aliyê din Kordînasyona Giştî ya her sê Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn), piştî êrişê, li Rojava 3 roj şîn ragihand.

Di daxuyaniya elaqedarî mijarê de wekî din bang li hemû desteyan hat kirin ku hemû rengên destekê bidin malbatên kesên jiyana xwe jidestdayî, birîndaran û malbatên wan.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, “Em ji gelê xwe re radigihînin ku em ê li hember  hemû rengên terorê li ber xwe bidin. Em ê ji bo parastina, gelê xwe tu car gav paşve navêjin.”

Di dawiya daxuyaniyêde bang li hemû welatiyan Rojava hat kirin ku ji bo bicihkirina ewlehiyê bi hêzên Asayîşê re bibin, alîkar û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re şifaya xêrê hat xwestin. 


 QAMIŞLO






Parçeyekî qirkirina gelê Kurdistanê


Saziyên Kurd jî bi bangên çalakiyan êrişa doh a li Qamişlo şermezar kir. Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E), li ser êrişa hovane ya li Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga lidarxistina çalakiyan kir.

Di daxuyaniya KCDK-E de hat bibîrxistin, ku di encama êrişeke hovane ya li bajarê Qamişlo de bi dehan Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest daye û ev komkujî weke parçeyek ji qirkirina gelê Kurdistanê hat binavkirin.

KCDK-E bang li gelê Kurd û dostên Kurdan ên li Ewropayê kir, ku vê komkujiya mezin û hovane bi çalakiyan protesto bikin.


‘Qamişlo wê ji DAIŞ´ê rizgar bibe’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî lenet li failên komkujiya li Qamişloyê anî û got, “Qamişlo wê birînên xwe yên ji ber vê êrişê jî bipêç e û ji DAIŞ’ê rizgar bibe.”

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP´ê, got, “Ev komkujiya dawî ya DAIŞ’ê li Qamişloyê kir, wê helwesta bi biryar a gelên cîhanê ya li dijî DAIŞ’ê xurttir bike, daxwaza têkoşînê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî DAIŞ’ê mezintir bike.”