Li aliyekî dewlet bi kirinên xwe polîtîkaya talan û qirkirinê dimeşîne, li aliyê din gel bi xwe jî heman kirinan dike. Nêçirvanên ku bi hatina zivistanê re zayîna sewalan weke firsend dibînin, li dijî pezkovî û kewên ku bûne sembola Botanê qirkirinê pêk tînin. Cerdevanên li seranserê sînor ên Başûrê Kurdistanê bi nêçirvaniyê qira sewalan tînin. Ligel hişyariya HPG'yiyan a di vê demê de qedexeya nêçîrê daniye û her tim di vê mijarê de hemwelatiyan hişyar dike jî, bi piştgiriya leşker û cerdevanan nêçîr berdewam dike.
Bi taybetî di du mehên dawî de ji hêla HPG'yiyan ve ji bo pezkovî û kew neyên kuştin hişyariyan dike, yên guh nadin van hişyariyan di nava wan de cerdevan jî hene gelek kes ji hêla HPG'yiyan ve hatin binçavkirin. 3 hefte berê ji aliyê HPG'yiyan ve ji ber dema zayîniya sewalane nêçîrî qedexe kiribûn û birîna daran dihate kirin, 7 kes binçav kiribûn. Piştî hişyariyê ew serbest berda bûn. Her wiha ji ber komirên ku ji hêla Weqfa Alîkariya Civakî ya Qeymekamtiya Qilebanê ve tê belav kirin têr nake hemwelatî dest bi birîna daran kirin. Hate ragihandin ji ber birîna daran dibe sedama qirkirina xwezayê û heremê dike wek e çolistanê. Qadên daristan ên li heremên leşkeriyê ne berê hatibûn şewitandin û qetilkirin, di roja me de jî ji hêla cerdevanan ve dar tên birîn û vê kirine wek e bazirganiyê.
Cerdevan dara dibirrin
Di mehên bihorî de komên ku ji çend kesan pêk dihatin ên li Bajaroka Sêgirkê û herêma Bestayê daran dibirîn ji hêla HPG'yiyan ve hatibûn binçavkirin jî, dîsa qirkirina xwezayê berdewam dikin. Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren, diyar kir ku divê delaliyên çiyayên Kurdistanê bi reng dikin bên parastin û wiha got: "Sewalên ku aramiyekî dide mirov û xwezayê, ji mirovahiyê aramiyê dixwazin, îro tên qetilkirin.
DIHA/ŞIRNEX