LUQMANGULDIVÊ

Li malperên bernameyên civakî yên bi Kurdî yeke din zêde bû. Êdî heger hûn biçin ser malpera scratch (scratch.mit.edu) hûn dikarin sûdê wergirin ji gelek fonksiyonên wê da ku ji bo zarok û ciwanan materyalan amade bikin û hûn dikarin bi malperê re “bi Kurdî jî bipeyivin”. Koma Kurdish for Tech ku li meydana teknîkî Kurdî belav dike, nexasim jî bi wergerandina ber bi Kurdî ve ya bernameyên kompûterê, wergera ber bi Kurdî ve ya malperê misoger kiriye. Êdî gava mirov li ser malpera scratch zimanê Kurdî bibijêre, ya ku tê pêşberî mirov “Anîmasyon, lîstok û serpêhatiyan biafirîne; Li seranserê dinyayê bi kesên din re parve bike”. Li ser navê rojnameya me, em dibêjin, siheta her kesa/ê xwe di ber de êşandî xweş!

Ji bo zarok, ciwan û dêûbavan

Baş e mirov bi alîkariya vê malperê dikara çi bike?. Weke bavekî min pêşî berê xwe da cihê ku “Ji bo Dêûbavan” dinivîse:

“Scratch zimanekî bernamesaziyê û civakeke serhêl e ku zarok dikarin tê de bernameyan saz bikin û medyayên înteraktîv wekî çîrok, lîstik û anîmasyonan bi mirovên ji çar aliyên cîhanê re parve bikin. Herwiha ji bilî afirandina tiştan; zarok hînî fikirîna afirmend, xebatên hevbeş û lêhûrbûnên pergalane jî dibin. Scratch ji hêla koma Lifelong Kindergartenê ve hatiye sêwirandin û tê xebitandin.”

   

Yanî ji bo dêûbavên dibêjin ka materyalên bi Kurdî, ev der meydaneke din a dîjîtal e. Heta bi derfeta parvekirinê û jêsûdwergirtina ji materyalên hazir ve jî, di warê zanîna li ser vê mijarê de jî demokratîkker e. Lê ez we hişyar bikim, erê zêdeyî 28 hezar peyv hatine wergerandinî Kurdî. Ev dike ku mirov bi Kurdî agahdar bibe û li nava malperê bigere, lê gelek gotarên behsa rêbaz û fîlozofoya wê dikin bi xwe, hîna bi Inglîzî ne.

Axir gava em berê xwe didinê ka ji bo zarokên çend salî hatiye sêwirandin, em dibînin ku  Scratch, nexasim ji bo yarok û ciwanên “8 – 16” salî hatiye sêwirandin, lê belê “mirovên ji her temenî pê tiştan çê dikin û parve dikin”. Gelo zarokên piçûktir jî dikarin pê emel bikin? “Zarokên biçûktir dikarin ScratchJrê biceribînin, ew guhertoyeke sadekirî ye ji bo temenên 5-7an.”

Hêsan e, de bibin anîmatorên çîrokên xwe

Lê ma weke zarok, ciwan yan jî dêûbav ez dikarim çi bikim? Gava hûn pêl pişkoka “biafirîne” bikin, li ber we dinyayeke avakirina anîmasyonan vedibe. Hûn dikarin li vir lîstikên înternaktîf, anîmasyon û tiştên din çêkin û ji bo ku hûn karibin vê bikin, hin mînak jî hene.

Bi bijartin û bicihkirina tevger, xuyang, deng, çalakî û kontrol, bi diyarkirina kostum û rengan, mekanê çalakiyê hûn dikarin xwe lê biceribînin û xwe jî zûzûka fêr bikin. Ez ê xwe ji niha ve bidim nav û ka binihêrim wê çi bibe!