Di nava sed zimanan de ku mirov herî zêde bi wan dipeyivin, Kurmancî jî heye. Li gorî nexşeyeke nû weşandî ya kovara Ethnologê, ji van sed zimanan 42 Hindo-Ewrûpî ne.
w Kurmancî bi navê Kurdiya Bakur di nexşeyê de cihê xwe digire, lê dane ne berbiheve ne. Wê zenê çêdikin ku mirov bibêje, behsa Kurmanciya Bakurê Kurdistanê tenê tê kirin.
Halê hazir, wisa tê hizirkirin ku hejmara zimanên zindî yên li ser vê dinya gewrik bêhtirî 7 hezaran e û nîvê wan jî li ber nemanê ne. Edîsyona 22´yan a Ethnologê dane berhevkirin û li gorî van daneyan, nexşeyeke balkêş a li ser 100 zimanên herî mezin ên dinyayê weşand. Li gorî vê ji sed zimanên herî zêde tên peyivîn 42 zimanên Hindo-Ewrûpî ne. Kurmancî jî weke Kurdiya Bakur di vê lîsteyê de cihê xwe digire. Nexşe ne li gorî çend kes bi zimanekî dizanin, hatiye amadekirin. Li gorî anketên dipirsin, ka zimanê we yê dayikê kîjan e, ev nexşe hatiye amadekirin. Ango ev nexşeya zimanên dayikê ye. Ji ber wê jî ji qederê milyarek kesên bi Ingilîzî dizanin, tenê 33 ji sedî ew ziman weke zimanê dayikê bi nav kiriye.
Li gorî Ethnologueyê, 3 milyar mirov weke zimanê dayikê bi zimanekî Hindo-Ewrûpî dipeyivin. Lê belê kontrastên ecêb hene, mesela, hezar û 526 zimanên Nîger-Kongoyî hene, lê ji wan tenê 12 karîn di vê lîsteyê de cihê xwe bigirin.
Di nava 5 zimanên rêza yekê de ingilîzî, Çîniya Mandarîn, Hindî, Spanî, û Fransî hene.
Daneyên nexşeyê dikarîn zelaltir bin
Profesor Dr. Cafer Şêxulislamî yê zimanzan û pisporê zimanên Îranî, li ser daneyan û nexşeyê dibêje, “Dane û nexşe harîqulade ne. Lê hin pirsgirêk hene. Mesela serjimara Îranê 81 milyon e. Texmînî kêmtirî nîvê wan weke zimanê dayikê bi Farsî dipeyivin, yanî kêmtir ji 40 milyon û 500 hezarî. Lê nexşe wê weke xwedî 52 milyon û 782 hezar û 300 axêverên zimanê dayikê nîşan dide. Heger texmîna min rast e, diviyabû di nexşeyê de du reqem hebûyana, yek ji bo kesên weke zimanê dayikê bi wî zimanî dizanin (qederê 40 milyonî) û yek jî ji bo kesên weke zimanê yekê û diduyê wî zimanî bikar tînin (qederê 53 milyonan). Herçî reqema ji bo Kurdiya Bakur hatiye bikaranîn jî cihê minaqeşeyê ye.”
Meseleya Kurdî di nexşeyê de
Tevî ku di nava sed zimanan de Kurmancî jî heye, weke axêverên wê yên zimanê dayikê reqema 14 milyon û 605 hezar û 670 hatiye bikaranîn. Ji ber wê jî weke Prof. Dr. Cafer Şêxulislamî gotî, ev reqem cihê minaqeşeyê ye. Ji herî kêm 20 milyon Kurdên Tirkiyeyê, Kurmancî zimanê dayikê yê 16 milyonan e, Kurmancî li Rojava zimanê qederê 2 milyon mirovî ye, li Başûr zimanê dayikê yê herî kêm 2 milyon mirovî ye û li Rojhilat jî qederê 30 ji sedê Kurdîaxêvan bi Kurmancî dipeyivin. Tenê li Xorasanê û Urmiyê hejmara wan texmînî ne kêmî 2 milyonan e û gelekî muhtemel e ku li temamê Îranê hejmar nêzî 4 milyonan be. Ji bo Kurmanciyê hejmara ku mirov weke herî kêm qebûl bike weke 24 milyon xuya dike. Axir li gorî daneyên Ethnologê jî axêverên zimanê dayikê yên “zimanên Kurdî” qederê 40 milyonî ne. Dibe ku wan gava Kurdiya Bakur hesibandibe, tenê Kurmanciya li Tirkiyeyê hesibandibe.
NAVENDA NÛÇEYAN