Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê sala 1994’an barageha xwe ya destpêkê li bajarokê Selahaddînê ava kir, piştre yekîneyên xwe li Hewlêr, Zaxo, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiye, Kanîmasî bi cih kirin. Li gel tank, top û çekên giran zêdeyî deh hezar leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê hene.

Hewldanên êrişê û dagirkirina Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk ku bi hevkarî û desteka PDK’ê dike, ji sala 1991’ê û vir ve bi avakirina baregehan didome. Zêdeyî deh hezar leşkerên Tirk niha li Başûrê Kurdistanê hene. Êrişa destpêkê ya artêşa Tirk bi navê ‘Operasyona Şopandina Germ’ sala 1983’an pêk hat. Sala 1983’an di navbera Enqere û Bexdayê de Peymana Hevkarî û Ewlekariya Sînor hate îmzekirin. Bexdayê bi vê peymanê erka operasyonê da artêşa Tirk. Bi vê peymanê erk ji bo artêşa Tirk hate dayin ku bi qasî deh kîlometreyan bikeve nava xaka Iraqê (Başûrê Kurdistanê). Piştî peymanê êrişa destpêkê ya li dijî gerîlayên PKK’ê 25’ê Gulana sala 1983’an pêk hat. Operasyona duyemîn a artêşa Tirk Cotmeha sala 1984’an li dijî kampên PKK’ê hate kirin. Ya sêyemîn 12’ê Tebaxa 1986’an pêk hat. Operasyona çaremîn 4’ê Adara 1987’an pêk hat. Balafirên şer ên Tirk bombe li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê barandin. PDK li şûna ku nerazîbûnê nîşanî artêşa Tirk bide PKK kir hedef.

Serîhildana li dijî Rejîma Baas

Xelkê Başûr sala 1991’ê li Ranyayê dest bi serhildanê kir. Ev serîhildan di demeke kurt de li Behdînan, Zaxo, herêma Soran û Helebçeyê belav bû. Rejîma Baas ji gelek herêmên Başûrê Kurdistanê hate derxistin. DYE’yê bi navê ‘Hêza Çakûç’ hêza xwe li herêmê bi cih kir. Sînorê Başûrê Kurdistanê weke Parelela 36-42 hate destnîşankirin. Herêm li qada hewayî ya Iraqê hate girtin. DYE’yê piştî vê gavê sala 1992’an Parlamenta Başûrê Kurdistanê li Washingtonê bi PDK û YNK’ê da avakirin.

Biryara destpêkê şerê birakujiyê bû

Biryara destpêkê û yekane ya Parlamentê şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Bi vê biryarê re PDK û YNK’ê bi dewleta Tirk re li hev kirin û Cotmeha sala 1992’an li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi navê ‘Operasyona Sandvîç’ dest bi êrişê kirin. Di vê operasyonê de dewleta Tirk, PDK û hêzên Başûrî ber bi aliyê xwe ve kişand û bi wan re êrişî Tevgera Azadiyê ya Kurd kir. Piştî vê êrişê Adara sala 1995’an bi navê ‘Operasyona Çelîk’ êrişeke din hate kirin. Sala 1997’an PDK da pêşiya tank û wesayitên zirxî yên Tirk û heta Haci Umran, Çoman, Qendîl, gundê Pirdeşalê tevî dagirkeran êrişî gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd kirin. Sala 2007’an êrişên hewayî zêde bûn. Operasyona herî dawî ya bejahî Sibata sala 2008’an li Zê pêk hat. Ji Nîsana sala 2018’an û vir ve êrişên dagirkeriyê li herêmên Xakurkê, Çiyayê Şekîf, Çemê Lolanê û derdora wê didomin.

Avakirina baragehên Tirk

Li gorî çapemeniya Tirk baregeha destpêkê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê sala 1994’an li bajarokê Selahaddînê ava bû ku 25 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye. Li wê derê yekîneyeke tîmên taybet ên Tirk heye. Balkêş e baregeh li bajarokê Mesûd Barzanî hatiye avakirin. Artêşa Tirk piştre yekîneyên xwe li Hewlêr, Zaxo, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiye, Kanîmasî bi cih kir. Li gel tank, top û çekên giran zêdeyî deh hezar leşkerên artêşa Tirk li baregehên li Başûrê Kurdistanê hene.

Navendên MÎT´ê

Tevî baregehên leşkerî MÎT’ê jî li Başûrê Kurdistanê navend vekir. Piraniya wan li Duhokê ne. Li Hewlêr, bajarokê Batufa yê navçeya Zaxoyê, li navenda Zaxoyê û Duhokê navendên MÎT’ê hene. Dewleta Tirk ji sala derbasbûyî û vir ve gelek deverên herêma Bradostê dagir kiriye. Dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê ji  28’ê Gulanê ve li Çiyayê Şekîf, Girê Şehîd Dervîş, Şehîd Sarya û Çemê Lolanê yên li Xakurkê dest bi êrişan kiriye.

Nerazîbûna Xelkê Başûr

Xelkê Başûr gelek caran bi çalakiyan nerazîbûna xwe li dijî dagirkeriyê nîşan da. Ji van çalakiyên nerazîbûnê ya herî zêde deng veda dorpêçkirina baregehên leşkerên Tirk ên Amediyê û Bamernê bû, ku sala 2008’an di dema êrîşa dijî Zê de xelkê nehişt tank û leşker ji wan baregehan derkevin û êrîş bikin.

Xwepêşandaneke din û ya herî girîng jî li dijî kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirk 25’ê Çileyê tevî astengiya hêzên asayîşê jî li Dêralokê pêk hat. Heman rojê xelk li Şêladizê ber bi Baregeha Leşkerî ya Sîrê ve meşiya, kete nava baregeha leşkerî û agir berda wesayitên leşkerî. Girseya xelkê qîriya û dirûşmên “Erdogan dijmin e”, “Kujer Erdogan” gotin. Bi hezaran kesî xwest ku leşkerên Tirk ên dagirker ji Başûr derkevin. Di êrîşa dewleta Tirk de du sivîlan jiyana xwe ji dest da ku yek ji wan zarok bû.

 

ANF/HEWLÊR