Tevgera Azadiya Jinên Êzidxan (TAJÊ) yekemîn Kongra xwe li darxist.
Kongre li Salona Laleş bi beşdarbûna 300 delege, nûnerên TAJÊ-Rojava, nûnerên TAJÊ yên ji derveyî welat û gelek nûnerên saziyan pêk hat. Di kongreyê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî jinên Êzidî û rapora xebatê ya 3 salan a TAJÊ hate xwendin. Di kongreyê de li ser xebatên rêveberiya TAJÊ yên salekê nîqaş û nirxandin hatin kirin. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî bi dîmen peyamek ji bo kongreyê şand. Piştî nirxandin û axaftinan Meclîsa TAJÊ ya ji 31 kesan pêk tê hate avakirin.
ANF /XANESOR
Li Minbicê xwedîkirina mirîşkan
Li bajarê Minbicê xebata xwedîkirina mirîşkan careke din dest pê kir. Bêriya şer li bajêr cihê xwedîkirina mirîşkan zêdetirî hezarî bûn. Lê ji ber rewşa şer piraniya wan hatine sekinandin. Niha tenê 200 cihên xwedîkirinê dixebitin. Li sûkên herêmî kiloya goştê mirîşkan bi 650 lîreya Sûriyê tê firotin. Lê lêçûna wê zêdetirî 700 lîreyî Sûriyê ye. Hevserokê Yekîtiya Xwedîkirina Mirîşkan a Minbic û gundewarên wê Nîzar Abduldayim li ser mijarê got: “Bihayê mirîşkên zindî li Minbicê kêm bûye. Ji ber ku ji hin bazirganên ji derveyî Minbicê tên kirîn. Divê derfeta aktîvkirina cihên xwedîkirina mirîşkan careke din bê dayîn. “
MINBIC
Ji bo tinekirina fikrê DAIŞ’ê
Rêveberiya kampa Holê bi rêya projeyên perwerdehî û ahengan, hewl dide fikra DAIŞ‘ê tine bike. Kampa Holê dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û nêzî 71 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin. Tevî Jin û zarokên DAIŞ’ê bi hezaran koçber û penaber di bin bandora mejiyê wan de ye. Ji bo hişmendiya DAIŞ’ê ji holê bê rakirin, bi taybet li beşên ku malbatên çeteyan lê dimînin, rêveberiya kampê bi hemû rêbazan projeyan pêş dixe. Berpirsyarê Buroya Xizmetguzariyê yê kampa Holê Şivan Ehmed diyar kir ku armanca van projeyan ew e ku fikra tundraw ji mejiyê zarokan û nîştecihên kampê derxin.
HESEKÊ
Li Cindirêsê 7 sivîl hatin revandin
Çeteyên bi navê Lîwa Semerqend 7 welatiyên ji şêniyên gundê Kefer Seferê yê Cindirêsê revandin. Gundiyan li hemberî çeteyan li ber xwe da lê vê carê jî gule li gundiyan reşandin. Çavkaniyên ji gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê diyar kirin ku çeteyên Lîwa Semerqend ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişî gund kirin û ketûber gule reşandin. Her wiha di êrişê de çeteyan Dilşan Koçer hevjîna Ebdilrehman Bermece, Zelûx Hisên, Mihemed Bermece, Xelîl Bermece (ku di encama gulereşandinê de tiliyeke wî qut bû) revandin. Doh jî çeteyan 7 kes ji gundê Kefer Sefrê revandin, bi wê yekê re dibe 14 sivîl ku ji heman gundî revandin.
EFRÎN
Divê Biryar Mihemed tavilê bê berdan
Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJ a navnetewî der barê binçavkirina Rojnamevan Biryar Mihemed de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Biryar Mihemed di 21’ê Tebaxê de ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hat binçavkirin û hîn jî aqûbeta wî nayê zanîn. Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJ bi daxuyaniyekê helwesta PDK´ê rexne kir û xwest ku di serî de Biryar Mihemed hemû rojnamevanên girtî bên berdan û zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibin. Hêjayî gotinê ye rojnamevan Zubêr Bradostî jî di 21’ê Tîrmehê de ji aliyê hêzên çekdar yên ser bi PDK’ê ve li herêma Bradostê hatiye binçavkirin. Ji wê rojê ve jî aqûbeta Zubêr nayê zanîn.
SILÊMANÎ