Dewleta Tirk a dagirker gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Di demên dawî de mijara avakirina herêmeke bi ewle li Bakurê Sûriyê ketiye rojevê ku Tirkiye xwe çavdêriya wê dike xwedî.
Li ser mijarê serokeşîrên Reqayê nêrînên xwe parve kirin. Serokeşîrê El-Cabat, Telal Hîlal El-Sîbat got, “Mafê ti kesî mîna Erdogan tine ye ku qala herêma ewle bike. Ji ber ku ew bi xwe li ser herêmên rizgarkirî xeter e. Dîroka dewleta Tirk reş e, tijî kuştin û wêrankirin e. Erdogan kujerê zarokan, jin û kalûpîran e. Ji lewma, ew nikare behsa herêma ewle bike, em vê yekê qebûl nakin.”
Serokeşîrê El-Sabxa, Mihemed Tirkî El-Sewan jî got, “Me binpêkirinên Tirkiyê li Efrîn, Ezaz, Idlib û tevahiya herêmên ku dagir kirine ji bîr nekirine. Isbata herî mezin a sûcên hovane yên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne, guhertina demografiya wê ye. Ew dizê xêr û bereketa Sûriyê ye. Erdogan ji dizîya bereketa xaka Sûriyê ji serweriya çeteyên DAIŞ`ê û vir ve hîna têr nexwariye.Li Bakurê Sûriyê bi saya hêzên QSD`ê em di nav ewlehî û aramiyê de ne. QSD`ê hêza tekane ye ku gelê Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastiye.”
EMAR EL-XELEF-XALID / ANHA/REQALi Efrînê 3 çete hatin kuştin
Doh li Efrînê, erebeyeke bombebarkirî li pêşiya navendeke çeteyên Ehrar El-Şerqiye hate teqandin. Di teqînê de 3 çeteyên Ehrar El-Şerqiye hatin kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye piştî ku bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin, Navenda Çand û Huner a ku doh li ber wê teqîn çêbû, veguherand baregeheke eskerî. Navend li taxa Efrîna Nû ya navenda bajarê Efrînê ye.
ANHA/EFRÎN
QSD‘ê 2 hezar sivîl rizgar kirin
Şervanên QSD‘ê di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de li eniyên Baxoz û El-Sûseyê 2 hezar sivîlên din ku piraniyan wan zarok û kalûpîr in, rizgar kirin. Di nava kesên rizgarkirî de birîndarên ji mayînan û nexweş jî hene.
Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mihemed Îsmaîl diyar kir ku ew ê sivîlan derxînin deverên bi ewle û pêwîstiyên wan bi cih bînin û nexweş û birîndaran derman bikin. Her wiha, gelek malbatên çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî hêzên QSD‘ê kirin. Berî wê li rojhilatê bajarokê Hecînê jî 60 çeteyên DAIŞ‘ê ku pirraniya wan biyanî bûn, xwe radestî QSD‘ê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Xelkê Binarê Qendîlê bi fikar e
Dewleta Tirk a dagirker bênavber Binarê Qendîlê û herêmên din ên Herêma Kurdistanê bombebaran dike. Welatiyên Binarê Qendîlê ji ber bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmete Iraqê ya li hemberî bombebaranê, bi fikar in.
Welatiyê bi navê Şêx Mihemed Bestî nerazîbûn nîşanî êrişan da û got, “Binarê Qendîl di dîrokê de hertim bûye cihê êriş û bombebaranên dagirkerên Kurdistanê. Niha jî dewleta Tirk rojane Binarê Qendîlê bombebaran dike. Lê xelkê Binarê Qendîlê xelkekî berxwedêr e û ti demê gund, mal û milkê xwe bi cih nehiştiye.”
Welatiyê ji gundê Enzê, Maruf Resûl jî got, “Tirkiye dijminê herî xirab ê gelê Kurd e. Ti cudahiyê di navbera Kurdan de nake. Li ku derê Kurdek hebe, dijberiya wî dike.” Maruf Resûl di dawiya axaftina xwe de bang li mamostayên olî kir da ku li mizgeftan qala doza rewa ya gelê Kurd bikin û zilma ku bi serê wan de tê, ji gel re vebêjin.
QENDÎL
Dîsa êrişî sivîlan kirin
Eskerên dewleta Tirk a dagirker li herêma Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê gule li gundiyan barandin. Li gorî agahiyên ji herêmê, helîkopterên dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bombe li geliyê Kewertê, Bêsnok û Çiyadêl ên devera Bradostê barandin.
Di êrişê de zirareke mezin gihiştiye sivîlên herêmê. Welatiyê gundê Xelîfan Emîr Hesîn li ser êrişan got, "Jiyana gundiyên li gundewarên herêma Bradostê ne xweş bûye û gundî nikarin karê xwe yê rojane bikin."
Eskerên dewleta Tirk ji Nîsana 2018’an ve xaka Başûrê Kurdistanê dagir kirine û bê navber navçeyên li ser sînorê herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran dikin.
BRADOST