Rêveberiyê sersaxî xwest

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi peyameke nivîskî sersaxî ji eşîra El-Efadle û malbata şehîd Şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî re xwest û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe heta pêkanîna projeya demokratîk bidomînin ku li ser vê rêya şehîdan axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîna xwe av dane: “Em piştrast dikin ku bi van sûcdariyan em ti carî ji helwêsta xwe ya têkoşîna ber bi azadiyê û pêkanîna projeya demokratîk ve venagerin. Ev jî daxwaza şêxê me yê şehîd bû.”

 

GIRÊ SPÎ


 

Minbic ji 25´ê Mijdarê re amade ye

Meclisa Jinan a Minbicê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe bi boneya 25’ê Mijdarê, Roja Cihanî ya Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinan eşkere kir. Li gorî vê 5 semînerên pênasekirin û bipêşxistina hişmendiya jinan wê bên lidarxistin. 10 civîn wê ji jinên bajêr û gundewaran re bêne lidarixistin. Xwepêşandaneke girseyî bi beşdarbûna jinên ciwan wê were lidarxistin. Belavokên taybet bi vê boneyê wê bêne belavkirin û şeva 25’ê Mijdarê jî sînevîzyonek wê li bajêr were nîşandan.

MINBIC

 
 

Komîteya çandiniyê wê alîkar be

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêra Zorê ji bo ku serdana gundên Ebo Xeşeb bike û zirarên ku li zeviyan çêbûne, tespît bike, komîteyeke çavdêriyê ava kir. Bahoz û barana zêde li 31 gundên Ebo Xeşeb kiribû. Endama Komîteya Çandiniyê endezyar Nehle El-Elî got: “Me komîteyeke çavdêriyê ava kir da ku em karibin li gorî ziyanên li zeviyan bûyî alîkariya cotkaran bikin.”

 

DÊRA ZORÊ

 
 

Aşek li Kobanê geriya

Bi armanca paqijkirin û zêdekirina nan, Desteya Aborî li Kobanê aşek vekir. Aş rojane 35 ton ard derdixe û 35 karker lê dixebitin. Aş genimê gundên Kobanê û Sirînê rojane dihêre. Vekirina aş bi amedebûna endamên saziyan û Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê, Enwer Mislim pêk hat. Her wiha şirîta vekirina aşî jî ji aliyê hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto ve hate birrîn.

   

KOBANÊ

 
 

78 xwendekar hatin revandin

Komeke ku navê “Ebna Amba” li xwe dike, li bajarê Bamenda yê bakurê rojavayê Kamerûnê, 78 xwendekar û mamosteyên wan revandin. Çekdarên Ebna Ambayê par li herêma ku bi Ingilîzî diaxivin li dijî serokê hikûmetê ku bi Fransî diaxive derketin, da ku dewleteke serbixwe ava bikin. Di dîmenekî de xwendekarên revandî tîn dîtin ku dibêjin, Ebna Ambayê ew revandine û nizanin ka li ku tên ragirtin. Ebna Amba dibêje, daxwazên wan pêk neyên, ew ê xwendekaran bernedin.

 

YAOUNDE

 
 

Rûniştina yekem a parlamentoyê pêk hat

Piştî hilbijartinan rûniştina  yekem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi beşdarbûna 109 parlamenteran pêk hat. Biryar bû ku di rûniştinê de Desteya Serokatiya Parlamenê were hilbijartin, lê ji ber lihevnekirinê, nehate hilbijartin.

Rûniştina ewil ji ber kesê herî bi emir bû, parlamenterê PDK’ê Rêvîng Hirûrî bi rê ve bir.

Di rûniştinê de parlamenteran sond xwar. Her wiha diviyabû ku Desteya Serokatiya Parlamenê were hilbijartin, lê ji ber lihevnekirina partiyan ev pêk nehat.

Tê payîn ku di rûniştina bê ya parlamenê de piştî lihevkirina partiyan Desteya Serokatiya Parlamenê were hilbijartin.

   

HEWLÊR