Alîkarê sereke yê Serokkomarê Îranê Îshak Cîhangîrî der barê ambargoya li dijî weklatê wî de, got, yekane rêya çareseriyê diyalog e. Rêveberên payebilind ên Îranê li xwe mikur tên ku ambargoya DYE, Ingilistan û gelek welatên rojavayî bûye sedem ku firotina petrolê kêm bibe û bandorê li Îranê dike. Alîkarê sereke yê Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Îshak Cîhangîrî li bajarê Meşhedê axivî û diyar kir, yekane rêya çareserkirina pirsgirêkan nêzîkatiya bi aqilane û hevdîtin e. Îshan Cîhangîrî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku firotina petrolê bûye karekî zehmet, ji ber vê yekê jî rayedar li pey peydakirina çavkaniyên nû yên dahatê ne.

TEHRAN

 
 

Krîza siyasî bi Salvînî

Lîderê rastgir ê hikûmeta Italyayê, Matteo Salvînî ji koalîsyonê xwe da alî û doza hilbijartina giştî kir. Lîderê partiya rastgir a federalîst, Lîga Bakur Matteo Salvînî hikûmeta koalîsyonê ya 14 mehî ya bi Tevgera 5 Stêrikan re feşkiland. Wezîrê Karê Navxwe Salvînî, piştî hevdîtina bi rêveberên siyasî re destnîşan kir ku li parlamenê êdi partiyeke ku temsîla piraniyê dike, nemaye û got, ''Bi lez û bez divê em rê bidin dengê hilbijêran''. Piştî dengdana dawî ya roja Çarşemê ya ji bo trêna bilez a TGV'ê ya di navbeyna bajarê Fransayê Lyonê û yê Italyayê Torînoyê krîza koalîsyonê derket.

 

ROMA


 

200 şaredaran doza 'qanûna sîlehan‘ kir

Piştî êrişên çekdarî yên dawiya hefteya bihurtê yên li DYE'yê, zêdeyî 200 şaredaran bang li Senatoyê kir ku di mijara bazara çekan de guhertinên nû yên qanûnî bike. Ji demokrat û komargeran 214 şaredaran nameyek ji senatoran re nivîsîn û ji wan xwest, rûniştineke awarte pêk bînin û ji bo du pêşnûma qanûnên li Meclîsa Nûneran hatin pejirandin, dengdanê bikin. Li gorî van her du pêşnûmayan, mirovên bixwazin çekan bikirin, rabirdûya wan wê bi berfirehî bê kontrolkirin. Ev kontrolkirin hem ji bo şexsan hem jî ji bo firotina li fûarên çekan lê ye.

 

WASHINGTON

 
 

TJA'yê Gola Wanê paqij kir

 

Ji bo paqija Gola Wanê ya jinên TJA'yê ya kampanyaya dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de perava Artemêtê hat paqijkirin. Aktivîstên jin ê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya ku bi dirûşma "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan", çopên li derdora Gola Wanê, Artemêt û Tûşbayê dan hev. Aktivîstên TJA'yê berdilkên bi nivîsa "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" li xwe kirin û çopên li dora golê dan hev. Paqijiyê sê rojan dewam kir bi paqijkirina perava Artemêtê bi dawî bû.

 

MA/WAN